Ji mînareyên mizgeftan rûxandina malên Sûrê ragihandin

AMED - Qeymeqamtiya Sûrê duh biryara rûxandina taxa Lalebey û Alîpaşayê yên Sûrê, ji mizgeftan ragihand û xwest di nava hefteyekê de mal bên valakirin. Niştecihên taxan ên li dijî vê biryarê bertek nîşan dan wiha gotin: "Heke bimirin jî em ê nehêlin ku malên me birûxînin."

Taxa Lalebey û Alîpaşayê yên Sûra Amedê, niha ji ber ranta veguherandina bajêr bi rûxandinê re rû bi rû mane. Duh meleyên mizgeftên li taxan ji hoparloran ragihandin ku dê mal bên rûxandin û divê di nav hefteyekê de bên valakirin. Di ragihandinê de hat diyarkirin ku biryara ji aliyê Qeymeqamtiya Sûrê ve hatiye dayîn. Li ser vê niştecihên taxê li dijî vê biryarê bertek nîşandan û ragihandin ku ew ê nehêlin ku malên wan birûxînin.

‘AKP JI BO SÛRÊ PÊŞKEŞÎ ALÎGIRÊN XWE BIKE DIRÛXÎNE'

Ramazan Çakir ê li Taxa Lalebeyê rûdinê û di heman demê de li taxê esnaftiyê dike, anî ziman ku ji ber dewlet Sûrê pêşkeşî alîgirên xwe kiriye biryara rûxandinê daye. Çakir wiha axivî: "Rewşa gelê Sûrê li holê ye. Ev der ne ew cihe ku wisa bir ihetî bê valakirin. Li vir bi nêvengî hezar û 500 mala hene. Hadê em bêjin di hefteyekê de 200 mal hatin valakirin. Dê ev malbat biçin kuderê. Dê wan bişînin TOKÎ'yan. Em nikarin liw ir bijîn. Hinekî zehmet e ku mirov ji vir derkevin. Ev biryareke cezakirina gelê Sûrê ye. Dewlet ji bo alîgirên xwe bi pêş ve bibe, dixwaze Sûra dîrokî birûxîne. Dixwaze dewrî sektora alîgir bike û fealiyetên cuda bi rê ve bibe."

‘EM Ê NEÇIN TU DERÎ JÎ'

Ji niştecihên taxê Muhterem Demir jî, anî ziman ku ew naxwaze mala wê bê rûxandin û wiha bertek nîşan da: "Heke me ji vir derxînin, dê me bibin kuderê. Em naçin tu derê jî. Kes naxwaze mala wî/ê bê rûxandin. Derfetên me tune ne ku em biçin cihekî din. Ji bo çi malên me dirûxînin, bi rastî jî em nizanin. Ji me re tiştek nehatiye gotin. Tiştekî wisa hadê em ê di nav 6 rojan de malên we birîxinin nabe."

‘SÛR DÎROKA MIN E, EZ DESTÛRA RÛXANDINA WÊ NADIM'

Remziye Kurtuluşa 65 salî ya temamiya temenê wê li Sûrê derbas bûye jî anî ziman ku piştî vî emrî ew nikare di kirê de bijî û got, ew ê nehêle ku mala wê bê rûxandin. Kurtuluş, diyar kir ku li Taxa Alîpaşayê mirovên xizan dijîn û got, armanca dewletê ew e ku mirovên xizan ceza bike. Kurtuluş wiha axivî: "Sûr dîroka min e. Zarokên min, neviyên min li vir çêbûn. Naxwazim dîroka min bê rûxandin."

‘BIMIRIM JÎ EZ Ê MALA XWE NETERIKÎNIM'

Welatiya bi navê Turkan Ogurliyan jî, anî ziman ku wê hîn nû tamîrata mala xwe kiriye û got, ew ê nehêle ku mala wê birûxînin. Ogurliyan wiha îsyan kir: "Bimirim jî ez ji Sûrê dernakevim. Ji xwe dê mirin rojekê bê. Ha rojek zû ha derneg, êdî ne xema me ye."

‘EM NIZANIN JI BO ÇI MALA ME DIRÛXÎNIN'

Giyasettin Dinç ê ku 20 sal in li Taxa Lalebeyê rûdinê, anî ziman ku di ragihandina rûxandina malên wan de tiştekî cuda heye û got, wek gel ew hîn jî nizanin ku dê ji bo çi malên wan birûxînin. Dinç wiha axivî: "Li gor prosedura asayî heke biryareke wisa hebe jî, pêşî divê kaxez biçin malan. Lê belê îro hewcetiyê biçîna malan jî nabînin. Ji mizgeftan radigihînin. Dixwazin di nava 6 rojan de em malên xwe biterikînin. Kes vî tiştî qebûl nake. Em ê ji malên xwe dernekevin. Sedema rûxandina vê derê tenê ew e ku xwe bigihînin dewlemendiyên binerdê."

'MEBEST CEZAKIRINA GELÊ SÛRÊ YE'

Ji niştecihên heman taxê Remzi Ogurliyan jî, li dijî ragihandina rûxandina malên wan bertek nîşan da û got, derfeta wna a madî tune ye û li Sûrê gelê xizan dijî. Ogurliyan jî dubare kir ku ew ê malên xwe neterikînin.