Gelo operasyonên li Botanê amadekariya operasyona dersînor e?

ŞIRNEX - Operasyonên leşkerî yên li Şirnex hatine destpêkirin bênavber didomin û êrîşên li ser sînor îhtimala operasyonek derveyî sînor xurtir dikin.

Operasyonên leşkerên tirk ên ku piştî qedexeya bi sedan herêmên li Botanê, bi awayekî berfiref berdewam dikin. Li sedan herêmên navenda Şirnexê û navçeyên Silopiya, Elkê û Qilebanê beriya 18'ê mehê bi awayekî veşartî qedexe hatibû îlankirin û bi îlankirina qedexeyê re ewil li Herêma Bestayê operasyona hewayî û pişt re jî bi tevlîbûna sedan leşker û cerdevanan operasyona bejahî hatibû destpêkirin. Operasyona beriya hefteyekê li vê herêmê hat destpêkirin berdewam dike. Piştî operasyona li Bestayê, li seranserê sînorê di navbera başûr û bakurê Kurdistanê de operasyonên berfireh hatin destpêkirin. Di serî de li çiyayên Heftanîn, Kato Jîrka, Katî Marînos, Metîna, Cûdî û Gabarê operasyonên hatine destpêkirin her diçe berfireh dibin. Li gor nûçeyên çapemeniya hewzê ev operasyon ji aliyê Fermandarê Artêşa 2'emîn Îsmaîl Metîn Temel ve tê birêvebirin.

OPERASYON DÊ BERDEWAM BIKIN

Li gor agahiyên ku çavkaniyên fermî yên dewletê dane, heta niha di operasyonan de 8 leşker mirine û gelek leşker jî birîndar bûne. Herêmên ku operasyon lê tên lidarxistin pêşî bi balafirên şer û helîkopteran operasyona hewayî pêk tê. Li gel operasyona hewayî ,heman herêm bi obus û hewanan tên topbarankirin. Bi taybetî ev operasyon li Herêma Besta û Kato Jîrkayê berdewam dike. Li Kato Jîrka bi tevlîbûna tabûrek leşker û gelek cerdevanan operasyona ku 4 roj berê hatibû destpêkirin berdewam dike û li gor agahiyên çavkaniyên herêmî dane, ji cerdevanan re hatiye gotin ku ew ê demeke din li herêmê bimînin. Her wiha herêmên ku operasyon lê tên lidarxistin bi balafirên kifşê bi şev û roj tên şopandin û leşker ketin û derketina herêmên operasyonê digire û destûrê nade ku tu kes biçe herêmê.

GELO OPERASYONÊN LI SER SÎNOR AMADEKARIYA OPERASYONA DERVEYÎ SÎNOR E?

Ji bo operasyonek derveyî sînor hema bêje her roj rayedarên dewletê, çavkaniyên leşkerî daxuyan didin. Tevger û sewqiyata ji bo herêma sînor jî rastiya amadekariya operasyonek derveyî sînor radixe ber çavan. Ji destpêka Cûdî, Heftenîn û heta destpêka Metînayê sînorê di navbera bakur û başûrê Kurdistanê di nav xwe de dihewîne û operasoyên li van herêman hatine destpêkirin weke amadekariya beriya operasyona derveyî sînor tê nirxandin.