DENÎZLÎ - Welatiyê gundê Yataganê Hasan Aydin ê 23 sal in li kîlera li baxçeyê xwe şehên hestî çêdike, wekî hobî dest pê kir û niha bûye çavkaniya debarê.
Li gundê Yataganê yê girêdayî navçeya Serînhîsara Denîzliyê, Hasan Aydin (42) ê ku 23 sal in şeyên hestî yên ku xwedî paşerojeke 100 salî ne çêdike, li Egeyê hilberînerê dawîn ên şeyên hestî ye. Aydin, ji bo çêkirina şeyên hestî kîlera li baxçeyê mala xwe veguherandiye atolyeyê û li vê atolyeyê li gel şe, kêr û şûran jî çêdike. Aydin, ragihand ku ew xwe bi xwe hînî çêkirina şeyên hestî bûye û wiha got: "Min pêşî wek hobiyekê dest bi çêkirina şeyên hestî kir, lê paşê veguherî pîşeyekê. Atolyeya min a rûxandî ya bi kelpîçan ku min ji bo hobiyê çêkiribû, niha bûye wargeha nanê min. Li Yataganê tekane kesê ku bi awayekî çalak şeyên hestî çêdike ez im."
‘YÊN HERÎ BAŞ JI QILOÇÊN GAMÊŞAN ÇÊDIBIN'
Aydin, diyar kir ku ji bo çêkirina şeyê hestî ew qiloçên beran, boxe, bizinan ji Sêwaz, Mereş û Bedlîsê, qiloçên gamêşan jî ji herêma Behra Reş û qiloçên bîzonan jî ji Afrîkayê temîn dike û got, şeyê hestî yê herî baş ji qiloçên gamêşan tê çêkirin. Aydin, dest nîşan kir ku ji bo şeyên hestî bi taybetî heywan nayên jêkirin û wiha axivî: "Ji bo qiloçekî em ranebin bera heywanekê nadin. Em di dema qurbanan de ji mezbexaneyan qiloçên heywanan berhev dikin û paşê bi kar tînin."
‘DIVÊ JI GERMA ZÊDE Û AVÊ BÊN PARASTIN'
Aydin, da zanîn ku divê qiloçek piştî hat jêkirin herî kêm salekê bê sekinandin û paşê bê bikaranîn û got, piştî salekê ew kirêcê li qiloç dikin, pşaê germ dikin û rehikên di qiloç de dikujin. Aydin, ragihand ku herî daîwn jî ew qiloçan pres dikin û wiha got: "Heke em salekê nedin sekinandin, dê rehikên di qiloç de nemirin. Lê dema ku li nêvengeke zaf germ û di nav avê de be dê ev rehik ji nû ve xwe bidin der. Hûn nikarin bi temamî rehikan bikujin, dema bi temamî bên kuştin dê wek gofretan bê şikandin." Aydin, diyar kir ku şeyê hestî bi şekirina por naşikin, tahrîş nabin û got, mirov herî kêm 50 salan dikare şeyekî hestî bi kar bîne.
Aydin, dest nîşan kir ku şeyê plastîk ceryana nava por zêdetir dike û got, dibe sedema qurifandin û weşandina por. Aydin, anî ziman ku lê şeyê hestî ceryana nava por asteng dike û wiha got: "Nahêle ku por biqurife û rûn bibe. Dibe sedema biriqandina por. Dema tu şe dikî, çûmhatina xwîna di serî de dilezîne û serî rihet dike. Mirov piştî çend caran fêm dike. Di warê tenduristiyê de gelekî ji şeyên plastîk çêtir in."
HÎNÎ ZAROKÊN XWE DIKE
Aydin, bi bîr xist ku 30 sal berê li Yataganê 60 hoste tenê ji qiloçên gamêşan şeyên hestî çêdikirin û got, piştî ku şeyên plastîk derketin, êdî hilberîna şeyên hestî pir balê nekişand û ji ber vê gelek kesan dev ji vî karî berdaye. Aydin, da zanîn ku li Tirkiyeyê tenê 10 hoste mane û wiha axivî: "Ev pîşe xwedî paşerojeke 100 salî ye, lê mixabin niha li ber tunebûyînê ye." Aydin, dest nîşan kir ku li Yataganê ciwan nêzî pîşeyan nabin û wiha got: "Ji bo ev pîşe winda nebe, niha hînî zarokên xwe dikim. Niha du kurê min ên 16 salî xwe bi xwe dikarin şe çêbikin. Ji bo pêşerojê ew jî hînî hin kesên din bikin. Madiyeta ne pir girîng e, ya girîng ew e ku ev pîşe neyê jibîrkirin."
Aydin, anî ziman ku eleqeya gel a ji bo şeyê hestî zêde bû û got, beriya bûyerên şidetê karê wan zaf baş bûye. Aydin, ragihand ku ji bo ew beran bigihîne tim dixebite û wiha got: "Bi şev û biroj dixebitim da beran bigihînim. Di ber re nedigihaştim. Lê ev sal û nîveke rewşa karê me qet nebaş e. Ji ber bombeyên zindî êdî mirov beşdarî aktiv,teyan nabin. Gelek aktivîte û çalakî hatine betalkirin, ev jî bandorê li karê me dike."
‘QAŞO DEWLET PIŞTEVANIYÊ DIKE'
Aydin, diyar kir ku ji ber ew hem hilberîneriyê dike û hem jî firoşkariyê dike, ew dikare debara xwe bike û got, dema ew mal didin tomerîfiroşan dixisirin, ji ber vê ji bo ew bikaribin malê xwe bifirşin pêdiviya wan bi bazareke berfireh heye. Aydin, diyar kir ku di fermiyetê de piştevaniya dewletê dixuyê û wiha got: "Dema em dest bi fealiyetê dikin di gelek waran de pêşiya me digirin. Dema wezaret astengiyekê derdixe, ev astengî heta tê Denîzliyê dibe 10 astengî. Ji bo piştevaniyê min bi ewraqekê dest pê kir, niha bûye dosyeyek. Ji ber qet pêş ve neçû, min dev jê berda. Qaşo piştevaniya dewletê heye."
Gokhan Oner - dîhaber