22’yemîn fuara pirtûkan a Îzmîrê wekî hat xwestin pêk nehat

ÎZMÎR - Ji krîzên aborî yên ku ev 2 salin li Tirkiyeyê rû didin weşanxane jî bi bandor bûn. Weşanxaneyên ku tevlî 22’yemîn Fuara Pirtûkan a TUYAP a Îzmîrê bûn ji ber eleqeya pêwîst ne dîtin bi gazincin.

22’yemîn Fuara Pirtûkan a TUYAP a Îzmîrê ji ber krîzên aborî îsal hêvî pêşwazî nekirin. Xwediyê Weşanxaneya Otekî Vedat Elîçerî diyar kir ku krîza ev du sale di cîhana weşanxaneyan tê jiyîn kesek nikare vebêje û wiha got: “Cîhana weşanxaneyan dibin êrîşek îdolojîk de ye. Ev pêvajoyeke ku li şûna weşanên civakî çanda popüler cih girtiye. Fuara pirtûkan a TUYAP a salên 90’î bi kalîtetir bû. Berê fikarên bazirganiyê tune bûn lê niha weşanxaneyên tevlî fuarê dibin bi feraseta bazirganiyê tevdigerin û di cîhana weşanxaneyan de ev pêvajo ne pêvajoyek 2 salî ye. Ji bilindbûna dolarê cîhana weşanxaneyan jî bandor bûn.

Xwediyê Weşana Çinarê Aydin Ilgaz da zanîn ku dema ew li guhertinên li welat ên di nava du salan de çêbûne dinêrin, divê bê nîqaşkirin ku li welat pêşketin heye yan na û wiha pêde çû: “Ji krîza aborî zêdetir krîza siyasî bandorê li ser weşanxaneyan dike. Di demên ku faşîzm derdikeve pêş pirtûk dibin hedef. Berê fikarên bazirganiyê tune bûn û xizmeta çandî dihat kirin lê di roja me ya îro de em nikarin behsa vê bikin.

‘HER SAL JI SALA DIN XIRAPTIR DERBAS DIBE’

Xwediyê Weşanxaneya Ava Ronî War, da zanîn ku ji ber atmosfera siyasî ya li welat weşan her ku diçe zehmetir dibe û wiha domand: “Di nokteya weşanên kurdî de kar her ku diçe xiraptir dibe. Ji ber bi kurdî bûn bi keyfî bi dehan weşanxane hatin qedexekirin û biryara berhevkirinê hatiye dayîn. Krîza aborî ji krîza siyasî cuda nikare bê detgirtin. Ez tevlî hemû fuarên pirtûkan dibim lê ya îsal ji salên berê xiraptir bû.”


Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Ferzande Taşan, bi lêv kir ku fuara Îzmîrê ya îsal ji salên din xiraptir bû û wiha axivî: “Sedemê vê xirapbûnê ne tene krîza aboriye. Divê mirov li bûyerên ku bûne sedema krîzê binêre. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê zext zêde bûn, piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê ev zext girantir bûn û piştî darbeya 15’ê Tîrmehê îktîdarê destê xwe bihêzitr kir û modela serokatiyê ava kir. Weşanxaneyên Tirkiyeyê din ava krîzek aborî de ne lê weşanxaneyên kurdî hem di nava krîza aborî hem jî ya siyasî de ne. Bi dehan pirtûkên me bi kêfî hatin qedexekirin. Lê ev roj dê wiha berdewam nekin û dê rojên xwe bên jiyîn. Kesên ku van pêkanînan pêk tînin dê bên cezakirin.”