Tirkiye di qada çapemeniyê de 4 gavan paşve çû

STENBOL - Tora Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya 2017'an bi raya giştî re parve kir. RSF'ê diyar kir ku Tirkiye li gorî sala par 4 gav paşve çûne û di nava 180 welatên cîhanê de daket rêza 155'an.

Tora Rojnamegerên Sînornenas (RSF), rapora 2017'an a Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê parve kir. Li gorî rapora RSF'ê Tirkiye li gorî sala par 4 welat li pey xwe hişt. Tirkiye di qada çapemeniyê de ji 180 welatî ket rêza 155'an. Tirkiye di nava welatên herî xerab de cihê xwe girt. Tirkiye di 12 salên dawî de 56 gavan paşve çû. Tirkiye bi vî halê xwe ket nava rêza welatê ku rojnamegerî lê pir zahmet e. RSF'ê tirkiye di nava welatên herî bi tirs de de pênase kir.
RSF'ê bi taybetî ji ber ku li Tirkiye zêdeyî 100 rojnamegerî girtî ne jî Tirkiye wekî Girtîgeha Rojnamegeran a herî mezin a cîhanê penase kir.


Di nava 10 welatên rêza pêş deNorveç, İsveç, Finlandiya, Danimarka, Hollanda, Kosta Rika, İsviçre, Jamaika, Belçika û Îzlanda cih digirin. Di nava 10 welatên dawî de jî Çin, Suriye, Turkmenistan, Eritre û Kuzey Kore cih digire.