Rêxistina Koçberên Navneteweyî: Hezar û 89 penaber mirin

STENBOL - Rêxistina Koçberiya Navneteweyî, diyar kir ku di sala 2017’an de Hezar û 89 penaberên ku xwestin ji Deryaya Spî derbasî Ewropa bibin di deryayê de jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Koçberiya Navneteweyî, rapora penaberên di sala 2017’an de ji Deryaya Spî derbasî Ewropa bûn û jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. Rêxistinê diyar kir ku ji destpêka sala 2017'an heta niha li Deryaya sipî hezar û 89 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Rêxistinê anî ziman ku hezar û 2 penaber di navbera Efrîqa Bakur û Îtalya de, 37 penaber di navbera Derya Spî û Ege de û 50 penaber jî di navbera Efrîqa Bakur û Îspanya de jiyana xwe ji dest dane. Rêxistinê da zanîn ku sala par 205 hezar û 613 penaber derbasî Ewropa bûn û îsal 43 hezar û 204 penaber derbas bûne. Rêxistinê da zanîn ku 8 hezar û 400 penaber ji deryayê hatine rizgarkirin.