Polîsan bi ser kovara Yuruyuşê de girtin

STENBOL - Polîsan di saetên direng ên şevê de bi ser kovara Yuruyuşê ya li Sultangaziyê ye de girtin. Polîsan bi nêrdewana agirkujiyê hêsinên şaneşîna avahiyê birîn û ketin hundir.

Polîsên Midûryeta Polîsan a Têkoşîna bi Terorê re di saet 02.00’an de bi ser avahiya kovara Yuruyuşê ya li Kolana Fevzî Çakmak a li navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê ye de girtin. Polîsên bi nêrdewana agirkujiyê ketin qata ku kovar lê ye hêsinên şaneşîna qatê birîn û xwestin bikevin hundir. Piştî xebata nîvsaetê polîs ketin avahiyê û li avahiyê lêgerîn pêk anîn.

Ne hat zanîn ku kesek hatiye binçavkirin yan na û li ser hesaba Twitterê ya Buroya Hiqûqê ya Ge daxuyaniya “Xebatkarên kovara Yuruyuşê li buroya me geriyan û agahiya polîsan bi ser avahiya wan de girtiye dan me” hat dayîn.