Leşkerê li qişleyê mir cezayê ‘dirêjkirina terhîsê’ girtiye

ÊLIH - Leşkerê bi navê Îbrahîm Dîl ê ku du roj mabûn ji bo qedandina leşkeriyê li yekîneya xwe ya Tetwanê jiyana xwe ji dest da, ji ber di dema vegera destûrê de venegeriyaye yekîneya xwe derket holê ku 10 roj cezayê paşxistina terhîsê girtiye.

Leşkerê bi navê Îbrahîm Dîl (21) ê ku du roj mabûn ji bo qedandina leşkeriyê li yekîneya xwe ya navçeya Tetwana Bedlîsê jiyana xwe ji dest da derket holê ku ji ber cezayê girtiye morale wî xirabûye. Îbrahîm Dîl ê ku ji navçeya Sasona Êlihê û tê îdîakirin li Qişleya Sorgunê krîza dil derbas kiriye, piştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê jiyana xwe ji dest dide.

Hat zanîn ku dema Dîl diçe Sasonê serdana birayê xwe yê hatiye emelyatkirin, ji ber ku li şûna konvoya leşkeri bavê wî ew daniye qişlayê rastî lêpirsîna dîsîplînê hatiye. Dîl ku 10 roj cezayê paşxistina terhîsê digire, hat zanîn Dîl dema çend roj mane ji bidawîbûna leşkeriya wî de vê dibihîse û ji ber vê morale wî xira dibe. Mirina bigoman a Dîl ku malbata wî xist nava xeman dê piştî encama otopsiye diyar bibe ku ji ber çi jiyana xwe ji dest daye.