Li Girtîgeha Kurkçulerê binpêkirin zêde dibe

EDENE - Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê Prz. Tugay Bek, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a F Kurkçuler a Edeneyê zextên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe.

Girtiyên siyasî yên ji bo zextên li ser girtîyan bi dawî bibin, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û operasyonên siyasî û leşkerî li herêmê bi dawî bibin, dest pê kiribûn, piştî banga KCK'ê dawî li çalakiyê anîn. Tevî ku girtiyan dawî li çalakiyan anîn jî zextên li ser girtiyan didomin. Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê Prz. Tugay Bek, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a F Kurkçuler a Edeneyê zextên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Prz. Tugay Bek, anî ziman ku heman zext û tundiya li ser girtiyan didome. Bek, bilêv kir ku pêkanînên rayedarên girtîgehê didomin û ev wek wan dixe nava fikaran. Bek, da zanîn ku pêkanînên 12'ê Îlonê li ser girtiyan didome polîtîka "Aloz bike û aş bike" pêk tîne. Bek bilêv kir ku girtiyên PKK, FETO û DAİŞ'ê di heman koorîdorê de tên girtin û ev yek rageşî û talûkeyê zêde dike. Bek destnîşan kir ku bi taybetî di demên hevditin û ziyaretan de rageşî û alozî zêde dibe û ev fikarên wan zêdetir dike.

Bek, bilêv kir ku piştî îlana OHAL'ê û şûnde hemû mafên girtiyên siyasî ji destê wan hatiye girtin û pirtûk, kovar, rojname ji destê wan digirin û wekî berî nadin wan. Bek bibîr xist ku mafê girtiyan ên tenduristiyê jî ji destê wan hatiye girtin. Bek, da zanîn ku rayedar bi ser odeyan de digirin alav û amûrên wan ên taybet desteser dikin û pêkanînên keyfî zêde dikin. Bek, anî ziman ku wekî komîsyona çadêriyê dê xebatên xwe berdewam bikin.