Qeyûmê ciwanê AKP'î kir wekîl

AMED - Qeyûmê Şaredariya Farqînê, ciwanê bi navê Îbrahîm Îçgil yê dema baskê ciwanên AKP'ê bekçî bû kir wekîl.

Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Farqînê ya DBP'ê hat kirin, dest bi guhertina personelan kir. Qeyûm piştî hat tayînkirin, kesên nêzî AKP'ê di şaredariyê de bi cih dike. Qeyûmê ciwanê bi navê Îbrahîm Îçgîl ê berê serokê baskê ciwanên AKP'ê bû, kirin bekçiyê taxê, di sala 2014'an de xistin karê şaredariyê. Piştî Qeyûm hat tayînkirin kirin wekîlê serokê şaredariyê. Piştî Îcgîl hat ser kar birayê xwe Îrfan Îçgil kir midûrê zabiteyan. Îçgîl bi vê yekê jî nehat ser hevsera xwe jî kir Midûreya Jinan a Meya.