Komxebata 2’yemîn a Alan Kurdî destpê dike

ÎZMÎR - Di komxebata 2’yemîn a Alan Kurdî ya Komeleya Pira Gelan pêk tîne de, dê mijarên bi hev re avakirina jiyanê, polîtîkayên biyekbûnê û hemwelatiyê bên nîqaşkirin.

Komeleya Piran Gelan a derbarê penaberan de xebatan dide meşandin, Komxebata Alan Kurdî ku par a yekemîn li darxistibû îsal li Navenda Kongreya Tepekule ya Îzmîrê ya duyemîn li dardixe. Di komxebata ku 29-30’ê Nîsanê tê pêkanîn de dê mijara “Bi hevre avakirina jiyanê û hemwelatî” bê destgirtin.

Komeleya Piran Gelan derbarê komxebatê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li darxist û sedemên pêkanîna komxebatê vegotin. Di civînê de Serokê Komeleyê Cem Terzî axivî û diyar kir ku divê ji gelê Sûriyeyê û penaberên din re statu bê dayîn ku ji hemû kesên dixwazin re mafê hemwelatiyê bê naskirin. Terzî da zanîn ku ew hemû baş dizanin gelê Sûriyeyê êdî nikarin vegerin û wiha got: “Ew êdî ne mêvanin. Ji ber vê di serî de dewlet divê hemû civak li ser bingehê ji bo bi penaberan re avakirina jiyana bi hevre divê bikevin nava tevgerê. Emê jî di Komxebata 2’yemîn a Alan Kurdî de mijarên biyekbûyîna civakê binirxînin. Divê mijara penaberan cidî bê girtin. Ger cidî neye girtin em ê bi pirsigirêkên mezin re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê em ê bi vê komxebatê dixwazin jiyana bihevre çawa ava bikin nîqaş bikin, pêngav ku bên avêtin çine û em ê nexşeriyekê derxînin. Divê qanûna bingehîn li ser hemwelatiya wekhev ji nûve bê avakirin.”