RIHA - HDP’ê piştî encama referandumê aşkere bû, encama hemû sindoqan îtîraz kir Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîraza her 7 sindoqan jî red kir.
Di referandumê de herî zêde hîle û lîstik li Rihayê pêş ketin. Rêxistina HDP’ê têkildarî lîstik û hîleyên li ser sindoqan hatin lîstin bi belge û girtekan encamên sindoqanên referandumê yên Bîrecik, Wêranşar, Sêwêreg, Hîlwan, Pirsûs, Navçeyên Navendî yên Eyubiye, Karakopru, û Haliliyê îtîraz kir û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da.
Lê Lijneya Hilbijartina Bajar îtîrazên HDP’ê yên hemû sindoqan red kir. Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, redkirina îtîrazê şermezar kir û diyar kir ku ev nîşan dide ku li vî welatî hiqûq û edalet tune ye.
Surucu, anî ziman ku referandum di bin tundiyê û şertên ne adîl de pêk hat û wiha got: “Di roja referandumê de gelek hevalên me yên li ser sindoqan rastî tundiyê hatin û bê tesîr hatin hiştin. Em di bin şertê tundiyê de ketin referandumê. Li aliyê din YSK’ê jî ev nelirêtî, hîle û dizî parast û qebûl kir. Îtîrazên me red kirin. Ev nîşan dide ku vîna gel a azad di referandumê de nahatiye dîtin.Bi tundî, zext û lîstikan dengên komî ji sindoqan derxistin. Ji hin sindoqan ji hilbijêran bêtir pusula û deng derketin. Me ji bo encama 7 sindoqan îtîraz kir. Lê ev îtîraza me hat red kirin. Li Pirsûsê ji sindoqek ku 300 hilbijêrên wê hene 400 deng derket. Gelek hîle û nelirêtiyên şênber hebûn. Lê Lijneya Hilbijartina Bajar hemû îtîraz red kirin. Ev jî nîşan dide ku YSK jî guh dide gotina Erdogan a “Yên hespê xwe girtin Uskudar derbas kirin.”
Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Bekir Karakeçilî jî anî ziman ku li gel wan bi delîl û daneyan îtîraz kir jî hemû îtîrazên wan hatin redkirin û ev nîşan dideku YSK alîgir tev digere.