EDENE - Rêxistina DBP'ê ya Edeneyê êrîşên TSK'ê ya li Şengal û Rojava şermezar kir.
Rêxistina DBP'ê ya Edeneyê êrîşên TSK'ê ya li Şengal û Rojava li pêş avahiya HDP'ê ya Adeneyê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endam û rêveberên HDP û DBP'ê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hevserokê DBP'ê yê Edeneyê Urfi Aksoy, daxuyanî da û polîtîkayên AKPê yên li dijî kurdan şermezar kir. Aksoy, anî ziman ku êrîş nîşan dide ku AKP kurdan wekî dijmin dibîne. Aksoy, bilêv kir ku ev êrîş li dijî destkeftiyên kurdan in û wiha got: “Em bang li hemû gelê xwe û rêxistinên xwe dikin ku li dijî van polîtîkayên AKP’ê yên qirêj dengê xwe bilind bikin û bi hevre li gelê Rojava û Şengalê xwedî derkevin.