Hunermend: Dixwazin noteyan tune bikin

STENBOL - Hunermendên ku girtina endamên Grup Yorumê şermezar kirin diyar kirin ku bi faşîzmê dixwazin destpêkê noteyan û pişt re wan ji holê rakirin û wiha gotin: “Ger wan Sirûda Mehter a ku dema diçin şer lêdixin hebe, me jî sirûdên gel hene.”

Hunermendên ku ji bo girtina endamên Grup Yorumê şermezar bikin hatin cem hev, li avahiya Navenda Çanda Îdîl a li Okmeydanê civînek çapemeniyê li darxistin. Di salona civînê de dovîzên “Hunera şoreşger nayê astend kirin”, “Grup Yorum dengê gel e nayê bêdengkirin” û“Grup yorum bila serbest bê berdan” hatin daliqandin û li deve jî ji 3 wesayîtên zirxî yên polîsan sirûda Mehterê hat lêdan.

Di civînê de şanoger Mehmet Esatoglu, axivî û wiha got: “Cihê Grup Yorumê dîkên herî xweşik ên vî welatî ne, parkin, kolanin. Em girtina hunermendan şermezar dikin. Xwestin Grup Yorumê bêdeng bikin.”

‘LI VÎ WELATÎ HIQÛQ BI DAWÎ BÛYE’

Parêzer Barkin Tîmtîk, da zanîn ku li Tirkiyeyê hiqûq tune ye û wiha pêde çû: “Cilên ku komê li xwe kirine û çekuçê ku li navenda çandê wekî delil hatine nîşandan. Li vî welatî êdî hiqûq bi dawî bûye. Li cihê ku ev wekî delîl tên nîşandan behsa hiqûqê nayê kirin. Endamên komê tenê bi piştevaniyê dikare ji girtîgehê bên derxistin.”

Endamê Grup Abdal Alî Ekber Kayiş bi lêv kir ku dixwazin denge cûda bi girtin û binçavkirinan bêdeng bikin. Hunermend Huseyîn Turan destnîşan kir ku divê ew bi înat bikenin û berxwedana herî mezin kenîne.

‘ROJ ROJA PIŞTEVANIYÊ YE’

Edîp Akbayram da zanîn ew îro ji bo piştgiriyê bidin Grup Yorumê li vir kom bûne û wiha domand: “Roj roja piştevaniyê ye. Ger îro endamên Grup Yorumê hatin girtin dê sibe Edîp Akbayram û yên din jî bigirin.”

'DIXWAZIN NOTAYAN JI HOLÊ RAKIN’

Şanoger Osman Genç jî anî ziman ku ji tunekirina stran û zimanên cûda dixwazin welatekê tune bikin û wiha axivî: “Dixwazin stran û zimanên me tune bikin. Divê hemû hevalên me yên hunermend û gelê me hêj zêdetir li berxwe bidin. Her roja ku diçe faşizm destpêkê noteyan piştre jî dixwaze me tune bike. Ger wan Sirûda Mehter a ku dema diçin şer lêdixin hebe, me jî sirûdên gel hene.”