Wekîlê HDP’ê Nihat Akdogan hat berdan

AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan piştî 6 mehan girtî ma serbest hat berdan. Akdogan parastin kir û diyar kir ku meclîsa destnedayîna wekîlan rakir, generalên bajar bombe kirin bi zirxan pêçan.

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan ku di 4'ê Mijdara 20167an de hat binçavkirin û di 7'ê Mijdarê de hat girtin, ji 4 sucdariyên cuda heta 85 salan cezayên girtîgehê jê tê xwestin. Rûniştinadoza Akdogan li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Akdogan ji girtîgeha Silivrî bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştina dozê bû. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Parlamenterên HDP'ê Feleknaz Uca, Ziya Pir û Meral Danış Beştaş û gelek siyasedmedarên din amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê Akdogan parastin kir. Akdogan, di parastinê de helwesta meclîsê û hikûmetê rexne kir û anî ziman ku li aliyekî destnedayîna wekilan rakir, li aliyê din fermandar û generalên ku bajar bombe kirin ew bi zirxên hesinî pêçan. Akdogan, bilêv kir ku ev dozek siyasî ye û ji ber ku hikûmetê encama hilbijartina 7'ê Hezîranê qebûl nekiriye li dijî wan operasyon hatiye destpêkirin. Akdogan, anî ziman ku ev darizandina ku niha tê kirin tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye û wiha got: "Em niha ji ber fezlekeyên dozgerên ku di darbeya 15'ê Tîrmehê de hatin girtin tên darizandin. Ji ber me mafê xwe yê siyasî û parlamenteriyê bikar anîye der barê me de fezleke hatine amadekirin. Em niha bi rêxistina ku meclîs bombe kirine tên darizamdin. Niha mafê me hatiye gaspkirin. Em di bin zextên ku nehatine ditin de ne. Dema qedexaya derktetina kolanan hat îlan kirin me got ev yek darbe ye. Li navçe û warên ku derketina derve lê hat qedexekirin li hemberî binpêkirinên mafên mirovan û bêhiqûqiyê ker û kor bûn. Mirov bi komî hatin cezakirin. Destnedayîna wekilên ku gel hilbijartibû hat rakirin. Destnedayîna wekîlan hat rakirin.Lê generalên ku bajar ser û bin kirin û bombe kirin tev bi zirxan pêçan.

Akdogan, da zanîn ku axaftinên wî yên kurdî şaş wergerî tirkî hatine kirin û wiha got: “Axaftina kum in pesnên partiya xwe daye wekî ‘propagandaya rêxistinê’ hatiye nîşandan. Wekî HDP’ê heta niha me ji bo aştî û biratiyê têkoşîn daye meşandin. Me duh çi gotibe îro jî heman tiştî dibêjin.”

'ÇÛNA SERSAXIYÊ NE ÎDOLOJÎK MIROVIYE’

Akdogan, bi bîrxist ku di dema operasyonên 17/25’ê Kanûnê yên Stenbolê de kurê Serokwezîrê wê demê Recep Tayîp Erdogan Bîlal Erdogan ji bo îfadeyê hatibû gazîkirin û wiha pêde çû: “Dema Bîlal Erdogan vexwendin îfadeyê ligel ku destnedayîna wî tune bû jî ji bo kurê xwe got ‘naçe îfadeyê’. Ev rewş gelo nîşan nade ku serweriyen hiqûqê jî hene. Tenê ji ber me aştî xwes em hatin girtin. Nabe ku tevlîbûna cenazeyên PKK’iyan wekî sûc bê nîşandan. Tevlîbûna sersaxiyê ne îdolojîk tiştekî miroviye. Bi armanca propagandayê kes naçe sersaxiyê.” Akdogan hemû sûcdarî redkirin û tehliyeya xwe xwest.

DOZGER BERDEWAMIYA GIRTINÊ XWEST

Piştre dozgerê dozê, komnekirina delîl û şupheya sûcê wekî hincet nîşan da û xwest ku biryara berdewamkirina girtina Akdogan bê dayîn.

Parêzerê Akdogon Ridvan Kurt ku li dijî mutalayê parastin kir, da zanîn ku dozgerê derbarê mûwekîlê wî de fezleke amadekiriye sûckiriye û xwest ku derbarê wî de serdana sûc bê kirin. Kurt, anî ziman ku sûcdariyên di îdîanameyê de ne dîtbar û bingeheke wê tuneye û tehliyeya mûwekîlê xwe xwest.

Piştî parastinên hatin kirin, heyeta dadgehê saetek navber da rûniştinê. Piştî navberê, piştî parastina parêzeran bi dawî bû ji bo biryarê navberek biçûk da rûniştinê. Heyeta dagehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Akdogan da û biryar bi dengê giştî hat dayîn.