'Bi tirsa berxwedana 2'yemîn hevalên me girtin'

ÎZMÎR - Ji 17 xwendekarên zanîngehê yên encama referandumê şermezar kirin jê 7 xwendekar hatin girtin. Heval û malbatên xwendekaran bertek nîşan dan û diyar kirin ku ji 2'emîn berxwedana Geziyê tirsiyan û ji ber vê yekê hevalên wan hatin girtin.

Girseya ku encama referandumê şermezar kirin rastî mudaxaleya polîsan hatibûn û 17 xwendekarên zanîngehê hatibûn binçavkirin. Ji 17 xwendekar û 2 rojnamegerên bi lêdanê hatibûn binçavkirin jê Emine Akbaba, Doğan Bariş Halidi, Baran Bozdaş, Ezgi Toker, Enise İlin, Ecem Selen û rojnameger Kazim Kizil jî di navde 7 kes bi îdîaya li dijî xala 2911'an a meşy û xwepêşandanan derketin hatin girtin.
Heyeta dadgehê bi hinceta tedbîrên bergir 7 kes girtin û şandin girtîgehê. Malbat û hevalên xwendekarên hatin girtin bertek nîşanî girtinê dan.

Ji kesên hatin girtin Doğan Bariş Halidi, rojnameger Kazim Kizil û Baran Bozdaş piştî hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Menemenê. 3 xwendekarên jin jî şandin Girtîgeha Şakranê. 7 kesên hatin girtin dema şandin girtîgehê di lêgerîna tazî re derbas kirin. Piştî hatin girtin heta 3 rojan ava paqij nedan wan.

Koma Hiquqnasên Hemdem têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku sedema girtina xwendekaran tirsa Geziyek nû ye. Hiqûqnasan anin ziman ku heta niha gelek kes bi heman sûcdariyê hatin binçavkirin û hatin berdan, lê ev kes hatin girtin û di cudahî hatiye kirin.

MALBAT: NAYÊ QEBÛLKIRIN

Bavê xwendekara Zanîngeha Egeyê Baran Bozdaş Kenan Bozdaş, bertek nîşanî girtina kurê xwe da û anî ziman ku kurê wî neheq hatiye girtin. Bozdaş, anî ziman ku girtiyên jin ên li Şakranê di nava girtiyên edlî de tên girtin nayê qebûlkirin û wiha got: "Em li hemberî van pêkaninan bêdeng namînin. Keçên me yên li Şakranê ne bi tenê ne. Em li pişt hemû xwendekarên girtî ne. "

Bavê xwendekara hat girtin Emine Akbaba Kazım Akbaba ani ziman ku girtina xwendekaran nayê qebûlkirin wiha got: "Em li pişt zarokên xwe ne. Zarokên me bê heq û bê hiqûq hatin girtin."

BI FERMANA POLÎSAN HATIN GIRTIN

Endama Kolektifa Jinan Deniz Su Bingol jî anî ziman ku ji ber hevalên wan encama hilbijartina bi şik şermezar kirin hatin girtin û wiha got: "Hevalên be bi dijwarî rastî lêdanê hatin. Dema hevalên me hatin binçavkirin polîsan bi navê hevalên me bang li wan kirin û ew binçavkirin. Polîsan Emine Akbaba kirin hedefa xwe û binçavkirin. Hevalên be bi fermana polîsan hatin girtin. Polîsan 2 saet berê navê 7 kesan dan û xwestin bên girtin. Me di 16'ê Nîsanê de got Jin dibêjin "Na" em dê disa bêjin "Na". Em dê li derve jî û li girtîgehan jî têkoşîna xwe berdewam bikin.

Endamê Kolektifa Xwendekaran Ozan Cirik jî bertek nişanî girtina xwendekaran da û anî ziman ku ji ber hevalên wan encama hilbijartinê şermezar kirin hatin girtin û wiha got: "Li vî welatî hêza çalak a muxalifan ciwan in. Hevalên me yên li Stenbol, Eneqer û Îzmirê hatin girtin ji ber encama referandumê şermezar kirin hatin girtin. Îktîdar ji ber ku ji hêza Gezî ya duyemîn ditirse hevalên me digire. Bi girtina hevalên me dê nikaribin kolanan bêdeng bikin. Dengê kolanan dê ji berê bêtir berz bibe. Em dê parastina mafên xwe û têkoşîna xwe berdewam bikin. "