EDENE - Li Edeneyê di çopekê de pusulayên dengên bi mohr ên tevahî "Na" li ser heye hat dîtin.
Li kolana 2694 a taxa Kîremîthane ya navçeya Yuregîra Edeneyê di çopê de pusulayên deng ên bi mohr hatin dîtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, karkerên paqijiyê yên li taxê çop komdikirin dema wesayîta çopê vale kirin pusulayên deng belavî her derî bûn. Welatiyên derdor ên ev rewş dîtin, mudaxeleyî rewşê kirin û hinek pusula komkirin. Gelek pusula jî ji aliyê karkeran ve hatin desteserkirin.
HDP DÊ BIBE DADGERÊ
Welatiyên ku pusulayên deng komkirin birin gel Hevserokê HDP’ê yê Yuregîrê Mehmet Tekîn. Tekîn diyar kir ku li ser 50 pusulayên deng ên ji wî re anîne mohra “Na” li ser 6’an jî mohra “Erê” heye. Tekîn, anî ziman ku pusulayên deng ên ne hat zanîn ku çendin li wesayîta çopê hatiye bar kirin û ew ê derbarê mijarê de serî li dadgehê bidin. Tekîn, bi lêv kir ku vîna gel niha xistine çopê û ew ê vê rewşê qebûl nekin.