NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina YPG`ê bîlançoya êrîşên 7 rojan a TSK'ê ya li dijî wan pêk hatiye aşeker kir.
Navenda Ragihandina YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrîşên 7 rojan a TSK'ê ku li dijî wan pêk hatiye bi raya giştî re parve kir. YPG`ê di daxuyaniyê de diyar kir ku YSK'ê û hevkarên wê di bin fermandariya Arteşa Tirk de tevdigerin êriş û pinpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava ku pêk tên didomîne û wiha got: "Encama êrîş û pinpêkirinên TSK'ê û hevkarên wê yên li ser axa Rojava wiha ne:
Di 18.04.2017'an, di saetên nîvro de çeteyên giredayî Arteşa Tirk bi topên obûs û çekên giran êriş birin li ser gundê Maranez ê giredayî Efrînê.
Di dîroka 19.04.2017'an, di saetên şevê de çeteyên giredayî Arteşa Tirk bi topên hewanan êriş birin li ser gundên Maranez û Eyn Deqnê.
Di dîroka 20.04.2017'an saet 05.00’an de Arteşa Tirk bi moşekan êriş birin li ser hêzên me yên li gundê Topal ê giredayî navçeya Bilbil a Efrînê. Di encama vê êrişê de maşîneke kar a hêzên me hat ruxandin.
Çeteyên tirkan jî heman şevê bi topên obûs û çekên giran êriş birin li ser gundên Maranaz, Eyn Deqnê, Belûnê û Vîla Qadi yên giredayî Efrînê.
Bi awayekî hemwext balafirên keşfê ya bê mirov a Arteşa Tirk li ser vê herême firiya ye.
Di dîroka 21.04.2017'an çeteyên giredayî Arteşa Tirk bi topên obûs û hewanan êriş birin li ser gundên Maranez û Belûnê yên giredayî Efrînê.
Heman rojê di saetên êvarê de Arteşa Tirk li hemberî gundê Melik û Irada yên dikevin navbera Serêkaniyê û Dirbesiyê, li ser xeta sînor gellek tang û çekên giran bi cih kirin û hejmara leşkerên xwe yên vir zêde kirin.
Heman rojê di saetên êvarê de çeteyên giredayî Arteşa Tirk bi topên hewanan gundê Başemrê ya giredayî Şerawa topbaran kirin.
Çeteyên Tirkan heman şevê saet 21.00 heta saetên siharê bi topên hewan, obûs û çekên giran êriş birin ser gundê Eyn Deqnê û Maranez ê Efrînê.
Bi awayekî hemwext Arteşa Tirk jî bi çekên giran gundên Xelil û Çeqela ya giredayî navçeya Şiyê ya Efrînê gulebaran kirin.
Di dîroka 23.04.2017'an saet 24.00an de Arteşa Tirk bi çekên giran gundê Siftek ê dikeve rojavayê Kobanê gulebaran kir.
Çeteyên giredayî Arteşa Tirk jî heman şevê bi topên hewanan êriş birin li ser gundê Başemrê yê giredayî navçeya Şerawa ya Efrînê.
Di dîroka 25.04.2017'an saet 02.00’an de balafirên Arteşa Tirk çiyayê Qereçox a giredayî Dêrikê bombebaran kirin. Di êriş de navenda me ya ragihandinê jî di nav de gelek cih û xalên hêzên me hat hedef girtin û di encam de 20 hevalên me gihiştin şehadete û 18 hevalên me jî birîndar bûn.
Heman rojê saet 08.00'an de Arteşa Tirk li hemberî gundê Korelî ya dikeve rojavayê Kobanê tevgere xwe ya leşkerî zêde kirin û hîn teqwiye anîn herême.
Heman rojê çeteyên giredayî Arteşa Tirk jî bi çekên giran êriş birin gundê Belûn û Maranez ên giredayî Efrînê. Çeteyên Ahrar Şam û El Nusra yên bi piştgiriya Arteşa Tirk tevdigerin jî heman rojê bi topên hewanan êriş birin li ser gundê Basufanê yê giredayî navçeya Şerawa ya Efrînê.
Di saetên şevê jî çeteyên giredayî Arteşa Tirk bi topên obûsan gundê Belûn, Eyn Deqnê û Maranez topbaran kirin.
Di dîroka 23.04.2017'an, saet 10.00’an de çeteyên DAIŞ'ê bi topên hewanan êriş birin li ser gundê Elwa ya giredayî Şedadê.”