Li Kerboranê kesek hat girtin

MÊRDÎN - Li Kerboranê ji 6 kesên di qedexeya derketina kolanan hatibûn binçavkirin yekê wan hat girtin.

Li taxên Rowerê û Gizre yên navçeya Kerboran a Mêrdînê ji 6 kesên ku di qedexeya derketina kolanan a 19'ê Nîsanê de hatibû îlankirin de hatibûn binçavkirin 5’ê wan serbest hatin berdan. Beşir Gun ê hatibû binçavkirin jî piştî dozgeriyê ew bi hinceta “endamê rêxistinê ye” sewqî dadgehê kir jî hat girtin. Gun şandin Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê.