STENBOL - Mamoste Ayşe Çelîk ku beşdari bernameya Beyaz Show bû û got “Li hemberî kuştina zarokan bêdeng nemînin", der barê wê û 38 rewşenbirên piştgirî dan wê de doz hat vekirin, parastin kir û wiha got: "Em tev li dengê rastiyê bûn û ev yek ne sûc e."
Rûniştina biryarê ya der barê Mamoste Ayşe Çelîk a beşdarî bernameya Beyaz Show a Kanal D bû û got: "Bila zarok neyên kuştin. Li hemberi kutina zarkan bêdeng nemînin" der barê wê, 38 rewşenbiran û rojnameger û niveîskar Kadir Turnali de doz hat vekirin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoya Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Ayşe Çelik, rojnameger û rewşenbirên piştgirî dan wê amade bûn. Di rûniştan dozê de 38 rewşenbir û nivîskaran parastina hevpar kirin. Li ser navê 38 rewşenbir û nivîskaran parastina hevpar Oya Baydar xwend. Baydar di parastinê de ani ziman ku di rojên li Herêma Başûrê Rojhilat şerê dijwar pêk dihat hemû kesên ku wîjdan bi wan re hebûna dê wekî Mamoste Aşte axivîbûna divîya bûn ev tişt gotibûna. Baydar, anî ziman ku ew jî beşdarî gotinên mamoste Ayşe dibin. Baydar, anî ziman ku Ayşe Çelik qêrîna hawarê bû û tu pesnê terorê di axafitan wê de tune ye û kesên mêvan jî ji dil ve ji gotinên wê re li çepikan dane. Baydar wiha got: "Rêzdar dadger û dozger, li vir ne em û ne jî Ayşe Çelik tên darizandin. Yên tê darizandin daxwaza aştiyê û rastiyan tê darizandin. Ji ber vê yekê kesên jiyanê û aştiyê sûc dibînin dê di dîroka mirovahiyê û hiqûqê û dîroka Tirkiye de wekî deqa reş bimînin."
Rûnşitina doze bi parastina Mamoste Aşte berdewam dike.
YÊN TÊN DARIZANDIN WİHA NE:
Mamoste Ayşe, Prz. Ahmet Dindar, Mamosteya Fîzîkê Ayşe Erzan Silier, Nivîskar Ayşegal Akiş Devecioglu, Grafiker Ayşenur Îyidogan, Prz. Bayram Bahri Belen, Derhêner Dilek Gokçin, Rojnameger Ercan Îpekçî, Prz. Ergin Cînmen, Hunermend Ferhat Tunç, Norolog Gençay Gursoy, Prz. Gulşen Denizhan, Karsaz, -Politikavan Gulseren Onanç, Karsaz Gurhan Ertur, Teknisyen Gurkan Develi, Karsaz Halim Bulutoglu, Rêveberê Dibistana seretayî Îbrahim Akın, Prz. Îbrahim Sinemilllioglu, Berpirsiyarê Kanal D TV Kadir Turnalı, Prz. Kemal Ozgul, Sendikavan Mahmut Konuk, Serokê Vakfa Baran Tursun Mehmet Tursun, Psikolog Mevlut Ulgen, Rojnameger Murat Çelikkan, Emekli Nazmiye Ozen, Endezyara Endustriyê Nergiz Savran Ovacık, Helbestvan Neşe Yaşin, Prz. Nil Ozsoy Dindar, Lîstikvan Orhan Alkaya, Dîroknas Orhan Silier, Nivîskar Oya Baydar, Emekli Perihan Pulat, Psikolog Pınar Onen, Muzisyen Şanar Yurdatapan, Antropolog Sibel Ozbudun Demîrer, Sendîkavan Suleyman Eryilmaz, Lêkolîner û nivîskar Temel Demirer, Bijişk Turkcan Baykal, Rexnedêrê Hunerê Vecdi Sayar, Endezyar Vedi Uner Eyuboglu.