Li Mêrdînê bombebarana TSK'ê hat şermezarkirin

MÊRDÎN - Rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeya Qoser û Nisêbînê bombebarana TSK'ê ya li Rojava û Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Nisêbîna Mêrdînê, êrişên li hemberî Şengal û Rojava ya ji aliyê TSK'ê ve pêk hat bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyaniya li avahiya DBP’ê de pêk hat. Hevserokê DBP’ê yê Nisêbînê Şehmus Çetin polîtîkayên AKP'ê yên li herêmê dide meşandin bi bîr xist û wiha got: "Bombebarana pêk hat li hember destkeftiyên gelê kurd pêk hatiye. Di salên dawîn de bi hinceta xendekan li Bakurê Kurdistanê polîtîqayên tunekirinê dest pê kirin. Bi van polîtîqayên xwe jî dixwazîn hemû destkeftiyên gel desteser bikin. Îro jî cihên ku bi xwîn û têkoşînek mezin azad bûne tên bombebarankirin. Ev polîtîqayên dijminahiya ya li hemberî gelê kurd radixe ber çavan. Em van êrişan şermezar dikin.”

Li avahiya DBP’ê ya Qoserê jî endam û rêveberên HDP û DBP’ê bi heman armancê daxuyanî dan û êrîşên TSK'ê yên li Şengal û Rojava şermezar kirin.