ÎHD: Şansek heye ew jî vegera pêvajoya aştiyê ye

ENQERE - ÎHD’ê biryara Meclisa Parlamenteriya Konseya Ewropayê (MPKE) ya derbarê Tirkiyeyê de nirxand û diyar kir ku Tirkiyeyê her tim hevpeymana Konseya Ewropa binpe kiriye û wiha got: “Rexne û hişyariyên di vê derbarê de hatin kirin di cih dene. Tene şansek heye ew jî vegera li pevajoya aştiyê ye.”

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) biryara MPKE'ê ya ji bo Tirkiyeyê hatî dayîn nirxand. ÎHD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku Tirkiyeyê her tim hevpeymana Konseya Ewropayê binpê kiriye û ev tişt ragihandin: “Wekî ÎHD’ê rapora me ya 14’ê Nîsana 2016’an ya binpêkirina mirovan û bilançoya rewşê nîşan dide ku rewş çiqas girane. Hikûmetê li şûna van rexne û şiyarin cîdî bigire û ji vê vegere xwediyên rexneyan sûcdar kirin. Hikûmetê hişyariyên me cîdî ne girt, bi bangên darvekirinê kirin û endamtiya Konseya Ewropayê xist talûkeyê.”

TENÊ ŞENSEK HEYE EW JÎ VEGERA PÊVAJOYA AŞTIYÊ YE

ÎHD’ê bi lêv kir ku ew bang li hikûmet û îktîdara siyasî dikin ku ji bo aştiya navxweyî pêk bîne divê demildest pêvajoya aştiyê ava bike, polîtîkayên mafê mirovan sererast bike, reforman pêkbîne û berpirsyariya li hemberî mafê mirovan pêk bîne.