Sûriyeyê, êrîşa TSK'ê bi tundî şermezar kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Sûriyeyê, êrîşa TSK'ê ya hewayî ya li herêma Qereçoxê bi tundî şermezar kir.

Sûriyeyê jî, li dijî êrîşa Quwetên Çekdarî ya Tirk (TSK) a hewayî ya li hemberî Şengal û Rojavayê bertek nîşan da. Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA'yê, Şamê bi tundî operasyon şermezar kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, operasyon "qanûnên navnetewî, peymana Neteweyên Yekbûyî û têkiliyên cîrantiyê yên baş" bin pê kirine. Şam, bang li civaka navnetewî kir û xwest operasyon û "Polîtîkayên Tirkiyeyê yên piştevaniya terorê dikin" bên şermezarkirin.