RIHA - Hat diyarkirin ku li Dirbêsiyê li ser sînor di navbera TSK û YPG-YPJ'ê de pevçûn derketine.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), TSK li gundê Çetelê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê, êrîşî noqteyên YPG-YPJ'ê kiriye û xwetsiye bi tankan derbasî xaka Rojavayê bibe. Li ser vê hewldana TSK'ê, piştî ku YPG-YPJ'ê jî bresiv dan, pevçûn xwe dan der.
TSK'Ê DAXUYANÎ DA
TSK, daxuyand ku ji hêla Sûriyeyê guleya topê li nêzî Qereqola Kizilçatê ya Yayladagiya Hatayê ketiye û wan bersiva vê êrîşê daye.