NAVENDA NÛÇEYAN - Alîgirê Serokatiya Giştî ya CHP'ê Erdal Aksunger, rêjeya dengên bêmohr ên derbasdar daxuyand.
Alîgirê Serokatiya Giştî ya CHP'ê Erdal Aksunger, rêjeya dengên bêmohr ên di referandûma 16'ê Nîsanê de Lijneya Hilbijartinê ya Bilind wan wek dengên derbasdar hesibandibûn û bûbûn cihê nîqaşan daxuyandin.
Aksunger, anî ziman ku ji milyon û nîvek dengên bêmohr tenê 300 hezar ji bo "Na"yê û yên mayî jî ji bo "Erê" hatine bikaranîn.
Aksunger, diyar kir ku li ser giliyên ji bo sindoqan hatin kirin wan xwe gihandiye vê dabeşiyê.
Aksunger, got piştî daxuyaniya YSK'ê ev pusûleyên dengan hatine mohrkirin û bi vî awayî xwestine "delîlan ji holê rabikin."