WAN - Rêxistinên DBP û HDP'a Wanê der barê êrîşa hewayî ya TSK'ê ya li dijî Şengal û Rojavayê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li xakên ku gelê kurd bi xwîna xwe û canê xwe azad kirine hat kirin.
Li Wanê rêxistinên DBP û HDP'a bajêr, der barê êrîşa hewayî ya artêşa tirk a li dijî Şengal û Rojavayê daxuyîn dan. Hevserokê DBP'a Wanê Ahmet Aygun, Hevseroka HDP'a Wanê Gulistan Orhan, parlementerên HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan û Adem Geverî, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê, hevşaredarên berê û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyan beşdarî daxuyaniya ku li avahiya DBP'a Bajêr hat dayîn de bûn.
Hevserokê DBP'a Bajêr Huseyin Aygun ê ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku hikûmeta AK Partiyê di pêvajoya du salên dawî de li Kurdistana Bakur xendek kirine bahane û wek berdewamiya vê jî niha êrîşî Şengal û Rojavayê dike. Aygun wiha got: "Di 25'ê Nîsanê de huqûqa navnetewî hat binpêkirin û li dijî xakên ku gelê me bi xwîna xwe û canê xwe ew azad kirine, êrîş hatin kirin."
Aygun banga xwedîderketina li Rojava û Şengalê kir û wiha axivî: "Li dijî polîtîkayên qirêj ên hikûmeta AKP'ê em ê tevî gelê xwe daxwazên xwe yên demokratîk bidind er. Di rojên pêş de dê rojeva me Rojava û Şengal be. Tevî gelê xwe em ê bi çalakiyên xwe van êrîşên li dijî Rojava û Şengalê li valahiyê derxînin."
Piştî Aygun, Parlementerê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî axivî. Geverî êrîşa hewayî şermezar kir û got, dewlet destkeftiyên kurdan tehamul nake. Geverî bang li AK Partiyê kir ku, da dev ji van polîtîkayên xwe yên êrîşkariyî berde.