Li Erxeniyê du malbat pev ketin: 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn

AMED - Li Erxeniyê du navbera du malbatan de şereke çekdarî qewimî. Di şer de 2 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Erxeniyê ya Amedê, danê êvarî ji ber pirsgirêkeke erdan, du malbat ketin qirika hev. Paşê ev gengeşî li ser riya Pîranê veguherî şerekî çekdarî. Di şer de ewil 7 kes birîndar bûn û birîndar bi ambulansan rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê. Lê ji birîndar 2 kes li nexweşxaneyê mirin.

Hat ragihandin ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.