EDENE - Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya MHP'î, bi hinceta bê destûr hatinee daliqandin û di bin navê "Parastina zimanî tirkî" de tabelayên erebî rakir.
Li Tirkiyeyê nêzî 3 milyon sûriyeyî hene, ji vana nêzî 120 hezar jê li Edeneyê dijîn. Ekîbên zabiteyan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya MHP'î îro li Taxa Kocavezîr, Bûlwara Guney Kuşakê, li Bûlwara 5'ê Çileyê û gelek deverên bajêr, tabelayên erebî yên kargehên sûriyeyiyan rakirin.
Şaredariyê di hesabê xwe yê fermî yê Twitterê de, wêneyên rakirina tabelayan parve kir û diyar kir ku wan di bin navê "Parastina zimanê tirkî" de ev tabela rakirine. Her wiha şaredariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tabela bê detsûr hatine daliqandin û wiha got: "Ekîbêb şaredariya bajarê mezin, ji bo parastina zimanê tirkî tabelayên erebî, ronahiyên LED'î û poster rakirine."