Wê cenaze sibê bên definkirin

EDENE - Kesên di facîaya Aladagê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin û hat zanîn ku, wê 10 cenaze li Aladagê bên definkirin.

Li navçeya Aladagê ya Edeneyê di facîaya şewatî ya li wargeha xwendekarên keç a aîdî Terîqata Suleymanciyan de cenazeyên perwerdekar Fatma Canatan, keça gerînendeya wargehê Sare betul Genç, xwendekarên pola 8'emîn Sema Nûr Aydogdû, Zelîha Avci, Sevîm Koylu, xwendekarên pola 7'emîn Gamze Bagîr, Sumeyye Yetîm, Îlknûr Maden, xwendekara pola 6'emîn Nûrgul Pertlek, xwendekarên pola 5'emîn Bahtnûr Baş, Tûgba Agdogdû û Cennet Karataş, li morga Goristana Asriyê ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin. Malbatan zêmarên wek, "Dewlet ji bilî dagirkirina amseyan bi kêrî tiştekî nayê, wê kî ji bo bîrîna me bibe derman" lewbandin.

Ji cenazeyên hatin teşhîskirin ê Sare Betul a 4 salî wê li Çamliyaylaya Tarsûsa Mêrsînê, yê perwerdekar Fatma Canatan li Tarsûsê bên definkirin û 10 cenazeyên din jî wê sibê saet di 07.00'an de ji Morga Goristana Asriyê bên wergirtin û wê piştî merasîma ku wê ji aliyê walîtiyê ve bê lidarxistin, li Aladagê bên definkirin.