Kadro bi 10 hezar karker bi 3 hezaran

ŞIRNEX - Hat îdiakirin rêveberên AKP'ê li Cizîrê mirovan bi bertîlê hin welatiyan li saziyên fermî dixin kar. Bi navbênkariya AKP'ê Kadro bi 10 hezaran, karkeran bi 3 hezaran dixin kar.

Hat îdiakirin ku li Cizîra Şirnexê, rêveberên AKP'ê bi beramberiya pereyan hin welatiyan li saziyên fermî dixin kar. Bicihkirina karên ku bi navgîniya rêveberên AK Partiyî pêk tê, hat îdiakirin ku ji bo karê kadroyî 10 hezar û ji bo karên taşeronî û ÎŞ-KÛR'ê jî 3 hezar lîre ji welatiayn tê stendin. Welatiyekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bibêje, anî ziman ku beriya referandûmê ji bo Şaredariya Cizîrê, gelek personel ên di ser fîrmaya taşeron re hatin wergirtin bi pereyan ew xistine kar û got, lîsteya kesên xistine kar ji aliyê rêveberên AK Partiyî ve hatiye amadekirin. Welatî diyar kir ku, wî jî 3 hezar lîre daye û wî xistine kar û got, beriya girtina kar endamtiya AK Partiyê li wan hatiye ferzkirin.

PIŞTÎ GILIYÊ WÎ HAT KIRIN, SEROKÊ AK PARTIYÎ JI PEYWIRÊ HATIYE DÛRXISTIN!

Welatî dest nîşan kir ku, bi taybetî di dema qedexeyên derketina derve de bi awayekî alenî bi beramberiya pereyan karê xistina karan dihat kirin û got, serokê AK Partiya Cizîrê yê berê Ferzan Guven ji ber vê ji peywirê hatiye dûrxistin. Welatî, da zanîn ku demildest Cihan Guven kirine serokê navçeyê û ji bo balê nekşîne Cihan Guven jî bi riya navbeynkaran vî akrî dike û got, ji ber hin lîsteyên ÎŞ-KÛR'ê û girtina personelan, di navbera Qeyûm Ahmet Adanur û AKP'ê de gengeşî çêbûne. Welatî, anî ziman ku kesên ku dê li saziyên fermî bi cih bikin pêşî li teşkîlata AK Partiyê ya navçeyê û Komeleya Çand û Hunerê ya Birca Belekê wan di mulakatekê re derbas dikin. Welatî dest nîşan kir ku, bi taybetî jî di wergirtina kara ên ji bo Şaredariya Cizîrê de lîste ji aliyê Seroka Baskên Jinan a AK Partiya Navçeyê Hatice Atan ve tên amadekirin û got, Atan bia wayekî xeyrî fermî seroka şaredariyê ye.

MIROVAN BI DIZÎ DIKIN ENDAMÊN AKP'Ê

Hat ragihandin ku berê jî ji bo karên ÎŞ-KÛR'ê, bêyî hayê wan jê hebe hin welatî kirine endamên AK Partiyê. Hin welatî di referandûmê de dema ji bo peywirdariay sindoqan hatine nîşandan, hîn bûne ku endamên AK Partiyê ne.