Nexweşê pençeşêrê şandin girtîgehê

AMED - Welatiyê bi nexweşiya pençeşêrê Ahmet Bayar ku ji sedî 85 rapora wî heye, bi hinceta cezayê wî hatiye erêkirin, mehek berê hat girtin û şandin girtîgehê. Malbata Bayar bertek nîşan da û xwest ku Bayar bê berdan.

Welatiyê 53 salî Ahmet Bayar, piştî cezayê wî hat erêkirin, tevî nexweşiya pençeşêrê û rapora ji sedî 85 mehek berê hat girtin û şandin girtîgehê. Bayar, di 15’ê Sibata 2011’an de tevlî çalakiyeke protestoyê dibe û bi hinceta “Ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz lê hatibû vekirin. Cezayê Bayar li gel ku berî niha carek ji aliyê dadgeha bilind ve hat xerakirin jî carek din hat êrêkirin û 3 sal û 45 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî ku cezayê Bayar esehî bû, di 31’ê Adarê de polîs bi ser mala wî de digirin û wî dişînin girtîgehê. Bayar ê ku 2 sal in bi nexweşîna penceşêra pişikê ketiye û li gel ji ber nexweşîna wî ji sedî 85 rapora wî jî heye, nêzî mehekê ye li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin. Bayar ê ku di nav şert û mercên girtîgehê de tê ragirtin, malbata wî ji rewşa nexweşîna wî bifikar e û banga berdana wî kir.

‘JI XWE DI HEPSEKE NEXWEŞÎNÊ DE BÛ’

Hevsera Bayar, Emîne Bayar têkildarî rewşa hevjînê xwe axivî û diyar kir ku, 2 sal in hevserê wê ji ber nexweşîna xwe ji xwe di hepsa malê de dijiya û wiha got: “Rewşa ku hevserê min di nav de ye li holê ye. Ji xwe hevalê min di nav hepsek nexweşînê de bû. Ji ber nexweşîna penceşêrê divê di nav şertên paqij de dermankirina wî pêk bê. Ji ber kevir avêtinekî 3 sal ceza danê. Ev nayê qebûlkirin.”

‘HÛN JI NEXWEŞEKÎ ÇI DIXWAZIN’

Bayar da zanîn ku, di her hevdîtinê de hevserê wê bi zor û heft bela li ser piya disekine, nikare biaxive û wiha axivî: “Her ku diçe rewşa wî li girtîgehê ber bi xerabûnê ve diçe. Dermankirina wî didome, lê baş nayê dermankirin. Nexweşek 2 sal e di nav dest û piya de ye, hûn çawa wî digirin. Hûn ji nexweşekî çi dixwazin, me jî fêm nekiriye. Mirovek nexweş wê çawa 3 sal û 45 rojan di girtîgehê de derbas bike. Dema li mal bû nikaribû derketiba derve jî. Me bi zorê wî dibir nexweşxaneyê. Hevalê min 6 caran dermankirina kemoterapiyê dît, lê ji nexweşînê rizgar nebû. Li gel ku ji sedî 85 rapora wî ya nexweşînê heye jî, hêj di girtîgehê de ye. Divê ku her tim ew bê dermankirin, lê li wir baş nayê kirin. Ez û zarokên xwe di nav rewşek zor de ne û em ji rewşa wî bi guman in. Ewqas kesên ku cezayê nebaş heq kirine ne di girtîgehê de ne, lê dikarin nexweşekî biavêjin girtîgehê.”

‘NIKARIM LI BER XWE BIDIM’

Bayar dest nîşan kir ku, hevserê wê di her hevdîtinê de ji wan re dibêje “ez nikarin xwe li vir ragirim” û got, hevserê wê nikare bi îskana avê bigire û vexwe. Bayar her dawî anî ziman ku, wan ji bo berdana hevserê xwe serî li Wezareta Dadê dane û heta niha hêj bersiva wan nehatiye dayîn.

Bîlal Guldem / Sonya Bayik - dîhaber