Li dijî harbûna berxuriyê têdikoşe

ENQERE - Mustafa Tan ê li Tuzluçayirê dijî, amûrên ku mirov bi kar nayîne li mala xwe kom dike û dixe teşekekî din. Tan, hezkirina xwe ya ji bo dîrokê vedibêje û li dijî harbûna mirovan a berxuriyê (mezêxtinê) jî bi berteke.

Welatiyê bi navê Mustafa Tan ê li taxa Tuzluçayira Enqereyê dijî, pîşeya xwe ya şêwirmediya aborî li paş xwe dihêle û niha amûrên kevn nayên bikaranîn û antîk kom dike. Tan, odeya ku bavê wî beriya niha wekî dikan bikar dianî bi amûran tejî kiriye û li dijî harbûna mezaxtinê bi berteke. Tan, ji ber vê yekê amûrên ku mirov bikar nayînin bi îmkanên xwe kom dike û dixe şêweyek din. Li odeya Tan amûrên ji dema Osmanî û Selçûqiyan, radyo û 200 hezar amûrên ku dîroka wan sedsaliye û amûrên malê tên dîtin.

‘DI HEMÛ AMÛRAN DE BÎRANÎNÊN CUDA HENE’

Tan, diyar kir ku ez zarokê malbateke ku nirx dide dîrokê ye û wiha got: “Amûrên li malê bi nirxin û gelek kes buhayên bilin dibêjin. Di her amûra ku tê de cihê wê ligel min cuda ye. Her çiqas rewşa min a aborî baş be jî ne ji ber bazirganiyê ji ber hezkirina xwe ya dîrokê dixwazin amûran pêşkêş bikim. Dil nadim bifiroşim.”

HARBÛNA MEZAXTINÊ HEYE

Tan, anî ziman ku hemû amûr ji sedî 70 resenin, ji demên diyar, gund, û kesên malên xwe barkirine mane û wiha pêde çû: “Nifşê nû nirx nade amûrên wiha. Hebûnek a mezaxtinê heye. karê ez dikim ne pisportiye lê bîranîna hemû amûran ligel min heye. Ji derveyî bajar gelek kes tên ziyaret amin û amûrên min eleqeyek mezin dibinin.”

'EMÊ CANÊ XWE BIDIN LÊ EM Ê MAL Û DÎROKA XWE BIPARÊZIN’

Tan, bi lêv kir ku di dema projeya camî-cemevî xwestin malên wan xira bikin. Tan ku hêjî li dijî projeya hatiye betalkirin bi berteke di dawiyê de wiha got: “Em ê canê xwe bidin lê em ê mal, çand û dîroka xwe biparêzin.”