AMED - Di Kanûna 2016'an de di dîmenekê de hat dîtin ku 5 leşker li ciwanekî dixin. Bavê wî ciwanî Feyzi Ozmen diyar kir ku ew ciwan kurê wî ye û 5 meh in agahiyê ji kurê xwe nastînin.
Di Kanûna 2016'an de dîmenek li ser medya civakî hatibû parvekirin. Di dîmen de 5 leşkeran bi awayekî dijwar li ciwanekî dixist. Bavê wî ciwanî Feyzi Ozmen diyar kir ku ew kurê wî ye û wiha got: "Ez nizanim ku kurê min sax e yan mirî ye. Min çend roj berê bi riya cîranekî xwe dîmena li ser medya civakî hatiye parvekirin dîtiye. Min di dîmen de dengê kurê xwe ew nas kir." Ozmen, diyar kir ku kurê wî Muhammed Mehdi Ozmen ê ku xwendekarê lîseyê bû, di 5'ê Kanûna 2015'an de tevlî PKK'ê bûye û got: "Ji wê rojê heta niha hayê min ji kurê min tune ye." Ozmen, anî ziman ku ew nizanin dîmen li kuderê hatiye kişandin û wiha axivî: "Piştî min dîmen temaşe kir ez çûm Muduriyeta Polîsan a Mûş. Lê polîsan ji min re got 'Em nizanin" û berê min dan dozgeriyê. Dozgeriyê jî ez şandim muduriyeta polîsan Mni li wir jî tu encam negirt û berê min dan Amedê.
‘EZ KURÊ XWE JI DEWLETÊ DIXWAZIM'
Ozmen anî ziman ku ji bo alîkariya hiqûqî serî li ÎHD'ê daye û wiha axivî: "Di dîmenan de 5 leşker bi awayekî xedar li kurê min dixin, îşkenceyê lê dikin. Paşê kurê min hatiye girtin an hatiye kuştin em nizanin. Sax an mirî, ez kurê xwe ji dewletê dixwazim." Ozmen, anî ziman ku dema wî di dîmenan de kurê xwe dîtiye îdare nekiriye û wiha bertek nîşan da: "Bila cîhan îşkenceya ku li zarokên me tê kirin bibîne, bibihîse. Sûcê kurê min çi dibe bila be, ma vê îşkenceyê heq dike? Di warê huqûqî de çi hewce be divê bê kirin. Li cîhanê tiştekî wisa tune ye. Ma li Îsraîlê tiştekî wisa heye?"
Ozmen, da zanîn ku heta sax be dê li şopa kurê xwe bigere û wiha berdewam kir: "Heke wijdanê, kîtaba vê dewletê hebe dê der barê kurê min de agahiyekê bide min. Heke mirî be jî bila bêjin me kuştiye. Em nizanin ku dîmen li kuderê hatiye kişandin. Ji bona Xwedê kî dizanibe ku dîmen li kuderê hatiye kişandin bila ji me re bibêjin. Em ê jî li gor wê li zarokê xwe bigerin."