EDENE - Kedkarên perwerdehiyê yên li Edene bi KHK'ê hatin îxrackirin, ji bo tevlêbûna 1'ê Gulanê bang li hemû karker û kedkaran kirin û gotin: "Li hemberî îxracan li qada 1'ê Gulanê bin."
Li Edeneyê dê ji aliyê KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Baroya Edeneyê ve bi munasebeta 1'ê Gulanê Roja Cejna Karkeran bi dirûşmeya "Di Rejîma OHAL/KHK'ê de ji Referandûmê ber bi 1'ê Gulanê; Li Dijî Xizaniyê, Bêewlehiyê, Şer, Faşîzmê Na" ji ber Şanoya Vekirî ya Mîmar Sînanêheta Qada Ûgûrê meşek bê lidarxistin û paşê jî mîtîng bê lidarxistin. Dê kedkarên perwredehiyê yên bi KHK'yan hatine îxrackirin jî li qada 1'ê Gulanê bin. Kedkaran ji bo ewlehiya kar û li dijî îxracan bang li hemû kedkaran kirin da li qada 1'ê Gulanê bin.
'EZ Ê BI RUHÊ NEWROZÊ LI QADA 1'Ê GULANÊ BIM'
Endamê Egîtîm Sen'ê û Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Edeneyê Zeynel Kete yê hat îxrackirin, anî ziman ku ew ê roja duşemê li qada 1'ê Gulanê be û wiha got: "Ji bo azadkirina kedê û xwedîderketina nirxên me, em ê di 1'ê Gulanê de li qadan bin. Ez ê bi ruhê Newrozê 1'ê Gulanê pîroz bikim."
'LI DIJÎ KHK'YAN LI QADA 1'Ê GULANÊ BIN'
Serokê Şaxa Egîtîm Sen'a Edeneyê û Serokê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulana Edeneyê Ahmet Karagoz ê hat îxrackirin, bang li her kesî kir ku da li qada 1'ê Gulanê bin. Karagoz, diyar kir ku 1'ê Gulana îsal ji bo kedkaran zaf girîng e û got, ew bi KHK û îxarckirinan îsal ber bi 1'ê Gulanê ve diçin. Karagoz diyar kir ku, ew ê bi dîrûşmeya "Di Rejîma OHAL/KHK'ê de ji Referandûmê ber bi 1'ê Gulanê; Li Dijî Xizaniyê, Bêewlehiyê, Şer, Faşîzmê Na" li qada 1'ê Gulanê bin û got, ew ê daxwazên xwe biqîrin.
'BI HEV RE EM DOZA MAFÊN XWE BIKIN'
Karagoz wiha domand: "1'ê Gulanê cejna kedkar, karker, bindestan e. Di vê serdemê de herî zêde kedkarên cemaweriyê bedêl dan. Ji bo me kedkaran girîngiya vê cejnê heye. Banga me ji bo hemû kedkarên hatine îxrackirin e; em bi alayên xwe, rengên xwe û daxwazên xwe li qada 1'ê Gulanê bin. Em bi hev re li mafê xwe bipirsin."