Şêniyên Kaniya Xezalan ji PYD’ê razî ne

RIHA - Tê îdiakirin ku dê TSK li hemberî Girê Spî operayonekê li dar bixe. Niştecihên Kaniya Xezalan ên li hemberî Girê Spî nin, diyar kirin ku ew îhtimalê nadin operasyoneke wisa û gotin, heta niha tu zirareke PYD'ê negihaştiye wan, aramiya li wir şewqa xwe dide wan jî. Her wiha niştecihên navçeyê xwestin demildest derî bê vekirin.

Her dem diyar dikin ku dê TSK dê li Girê Spî (Tel Abyadê) ya li hemberî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ye operasyonekê pêk bîne. Welatiyên Kaniya Xezalan diyar kirin ku, aramiya Girê Spî aramiya wan e jî. Li taxên ku bi xeta sînor ve ne jî, jiyana bi awayekî normal didome û her wiha li seranserê sînor jî zarok tim dilîzin, şivan heywanên xwe diçêrînin û rastî tu talûke û xetereyê jî nayên. Niştecihên navçeya Kaniya Xezalan, anîn ziman ku amadekariyên operasyonê tune ne û gotin, di dema DAIŞ'ê de ew bi xetereyan re rû bi rû bûn, lê niha tiştekî wisa tune ye û gotin, xizmên wan li wir dijîn, hin xizmên wan di rêveberiya xweser a bajêr de jî cih digirin û li wir di navbera ereb, tirkmen û kurdan de tu cudaparêzî tune ye.

Niştecihên navçeyê, li gel hemû îdiayan jî anîn ziman ku tu pratîkeke PYD'ê ya ku wan nerihet bike û zirarê bide wan tune ye û gotin, ew ji dêvla şer alîgirê aştiyê ne.

'PIŞTÎ KU DAIŞ ÇÛ, GULEYEK JÎ NETEQIYA'

Salih Deniz (22) ê ku li Taxa Onculê ya li ser sînorê Kaniya Xezalan e dijî, diyar kir ku dema Girê Spî di destê DAIŞ'ê de bû ew bi pirsgirêkan re rû bi rû bûn, lê belê piştî ku ket destê PYD'ê heta niha ew rastî tu pirsgirêkan nehatine. Deniz, da zanîn ku dema Girê Spî di dest DAIŞ'ê de bû, ji wî aliyê sînor gule li mala wan diketin û wiha axivî: "Niha bajar di destê ereb, kurd û tirkmenên li wir dijîn de ye. Dema di destê DAIŞ'ê de bû carekê ji wî aliyî gule li mala me ketin. Guleyek dîwarê malê û guleyek jî sêla li ser banî qul kiribû. Lê belê, piştî ku ev der ket destê kurdan heta niha em rastî tu pirsgirêkan nehatine. Qethiyen tiştekî wisa nehatiye serê me." Deniz, li ser îdiayên ku dê leşker li hemberî PYD'ê operasyonekê li dar bixin jî wiha got: "Heta niha me tu operasyon an jî li ser sînorê Kaniya Xezalan bicihkirina leşkeran nedîtiye. Tiştekî wisa tune ye. Ne me bihîstiye ku dê li dijî Tel Ebyadê operasyon çêbibe û ne jî me amadekariyeke wisa dîtiye."

'EM NE ŞER, AŞTIYÊ DIXWAZIN'

Yasin Avşînê 21 salî jî, dest nîşan kir ku herî zêde şer bandorê li zarokan dike. Avşîn, diyar kir ku şerê di navbera DAIŞ û PYD'ê de bandorê li wan jî kiriye û wiha axivî: "Bi taybetî jî di warê derûnî de bandorê li zarokan kir. Wê demê ji ber şer bombe û gule li van deran jî ketin. Lê piştî ku ev der ket destê PYD'ê, heta niha me tiştekî wisa nedîtiye. Di şerê Sûriyeyê de herî zêde zarok diêşin. Di dema şer de çi dibe an jî kî dike em nizanin, lê belê zarok dimirin. Bila zarok nemirin, bi awayekî aram bijîn, ya dibe bi zarokan dibe. Ji bo li Sûriyeyê zarok nemirin, em ne şer aştiyê dixwazin. Ji ber vê tenê hêviya me aştî ye, hêvîdar im dê çêbibe."

DERÎ GIRTÎ YE

Bavê 5 zarokan Mehmet Erguven (37) ê li xaçerêya Deriyê Sînor ê Kaniya Xezalan esnaftiyê dike, anî ziman ku girtina deriyê sînor di warê bazirganiyê de bandoreke neyînî li mirovan dike û ev rewş bandorê lê jî kiriye. Erguven wiha domand: "Niha vî deriyê gumrukê yê ku hûn dibînin, dema vekirî bû her kesî jê sûd werdigirt. Bazirganî çêdibû. Piştî ku şer li Sûriyeyê dest pê kir, deriyê gumrukê hat girtin û esnafên vir mexdûr bûn. Mînak, min kredî kişandiye, lê belê niha nikarim krediya xwe bidim. Di heman demê de 4 zarokên min xwendekar in, nikarim debara xwe bikim."

'ZORAYÎ TUNE YE, DERÎ VEBIKIN'

Erguven, da zanîn ku tenê dema bajêr di dest Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) de bû vekirbû, paşê dema ji dest wan hat derketin hat girtin. Erguven wiha axivî: "Li Sûriyeyê şerek heye. Temam me fêm kir, lê belê deriyê din vekirîne, çima ev girtî ye? Li hemû deriyên me yên bi Sûriyeyê re hene şer heye. Lê belê, yên din vekirîne lê yê vir girtî ye. Tenê dema di destê OSO'yê de bû vekirîbû. Lê belê piştî ket destê DAIŞ û PYD'ê hat girtin. Hemû tengasiya me ev e. Li vir wekî din tu tengasiyeke me tune ye. Di warê PYD'ê de jî tu pirsgirêkek me tune ye û em dixwazin derî bê vekirin."