Karker û kedkar dê ji OHAL û KHK’ê re bêjin ‘bes e’

AMED - Endam û rêveberên sendîkayên li Amedê, bi boneya 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran bang li karker û karmendan kirin ku li dijî jikaravêtinê, îxracan biherikin qadan û bi awayekî xurt li dijî KHK û OHAL’ê derbikevin û peyamên xurt bidin.

Karker û kedkar ên herî zêde ji Rewşa Awarte (OHAL) tesir girtin xwe ji bo 1’ê Gulanê amade dikin û dê li qadan mafên xwe biqîrin. Li Amedê jî wek her salê, dê îsal jî bi pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'yê mitînga 1’ê Gulanê amade bê lidarxistin û wê roja karkeran bê pîrozkirin. Di mitînga ku tê payîn dê bi awayekî girseyî bê pîrozkirin, dê karker û kedkar li dijî jikaravêtin, îxrac û OHAL’ê bertekên xwe nîşan bidin. Nûner û rêveberên sendîka û odeyên li Amedê banga tevlîbûna mitîngê kirin.

Berdevkê Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê Uzeyîr Evrenk diyar kir ku, ji sala 2015’an vir ve li welêt rojên awarte xwe didin û got, her tim li ser erdnîgariya wan şer, pevçûn, mirin û qetliam çêdibin. Evrenk da zanîn ku, bi tayînkirina qeyûman û derxistina KHK’yan re bi hezaran karker ji kar hatin avêtin û wiha got: “Em bang li hemû karker û kedkaran dikin ku bi ruhê Newroza Amedê û 16’ê Nîsanê biherikin qada 1’ê Gulanê. Divê ji ciwanan bigire heta kal û pîran her kes tevlî pîrozbahiyên cejna karkeran bibin.”

‘EM Ê JI HEMÛ DERHIQÛQIYAN RE BÊJIN NA’

Evrenk anî ziman ku, heta ew azadî û demokrasiye bînin vî welatî dê di asta herî jor de têbikoşin û wiha axivî: “1’ê Gulanê ji bo Amedê gelek girîng e. Ji ber ku bajarê Amedê bajarê herî betalî û bêkarî lê zêde ye. Ew cih e ku gelek karkerên demsalî lê hene. Ji ber vê jî divê em bi coş û peyamên zelal li qada bin. Em îsal 1’ê Gulana di bin siya pêvajoya OHAL û KHK’yan de pêşwazî dikin. Li dijî OHAL û KHK’yan cihê herî peyamên zelal û bertekên xurt bidin nîşandan qadên 1’ê Gulanê ne. Em ê li dijî hemû pêkanînên dijwar dengê xwe bilind bikin û bêjin Na.”

‘EM JIKARDERXISTINÊ RE BÊJIN BES E’

Endamê Kordînasyona Lîjneya Bajêr a TMMOB û Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Ceryanê (EMO) a Amedê Mehmet Orak jî îşaret bi girîngiya dîroka 1’ê Gulanê kir û got, 1’ê Gulanê dîrokeke têr û tije li pêyî xwe hişt. Orak diyar kir ku, ew ê wek her salê îsal jî bi ruhê yekîtî û bihevrebûnê li qadên 1’ê Gulanê bin û wiha got: “Divê em hemû bi hev re li dijî jikaravêtinê û îxracan bêjin bes e. Divê em bi xurtî li dijî cinayetên karî derbikevin û li dijî neheqiya li ser karkeran bertekên xwe nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin. Divê ji bilî karker û kedkaran gelê me jî bê qada 1’ê Gulanê û piştgiriyê bide me. Em ê bi awayekî coş 1’ê Gulanê pîroz bikin. Ez bang li hemû endezyar, mîmar û plansazên bajêr dikim ku tevlî mitîngê bibin.”

‘DIVÊ JIN BI AWAYEKÎ GIRSEYÎ BEŞDAR BIBIN'

Hevseroka Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sena Amedê Hatîce Efe jî der barê 1’ê Gulanê de nêrînên xwe aşkere kir û dest nîşan kir ku, bi KHK’yan li dijî kedkar û karkeran êrîşên herî dijwar çêbûn û wiha got: “Bi taybetî jî hevalên jin ji kar avêtin, îxrackirin û girtin. Carek din feraseta nêrza xwe nîşan da. Ji ber vî awayî jî ev têkoşîn ji bo jinan girîng e.” Efe bi lêv kir ku pêwist e jin bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê bimeşin qada 1’ê Gulanê û got, divê jin bi awayekî herî xurt li qadên 1’ê Gulanê li dijî zilmê bi tîlîlî û dirûşmeyên xwe helwesta xwe nîşan bidin.

‘EM Ê BI DENG Û RENGÊ XWE LI QADÊ BIN’

Efe da zanîn ku, pêdivî bi hemû beşên civakê heye ku tevlî mitînga 1’ê Gulanê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi deng, reng û sloganên xwe li qadê bin. Girîngiya vê mitîngê jî ew e ku em ê li dijî derhiqûqiyan derbikevin. Wê rojê dê daxwazên me ew bin ku OHAL xelas bibe û KHK’yan bên rawestdin. Divê tenê ne karmend, hemû karkerên li her qadê bên vê rojê pîroz bikin. Divê hemû jinên karker li ku dibe bila bibe bên qada 1’ê Gulanê û daxwaza mafên xwe bikin.”