Xwezaya Dersimê zindî bû

DERSIM - Bi hatina biharê re li Dersimê xweza zindî û şîn bû. Bi zindîbûna xwezaya Dersimê re dîmenên rengîn çavên mirovan dikişîne ser xwe.

Li Dersima ku xwediya şînahiyên cûr be cûre, piştî baranên dawiyê û ketina tîrêjên rojê yên li ser erde biharê rûyê xwe yê zindî nîşan da. Li bajarê ku legleg vedigerin hêlînên xwe, dar pelan vedikin û gul şîn dibin de dîmenên bihara rengîn derdikevin holê. Li herêmên Zahpan û Şihçayir ên Mazgêrtê gulên renga reng ên vebûna bala her kesî dikişîne.