Rojmameger Omer Çelik 100 rojin bê sedem girtî ye

STENBOL - Rojnameger Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahir Kanaat ku ji ber nûçeyê der barê maîlên Redhack ê Wezîrê Enerjî û Tabîetê Berat Albayrak hatin girtin, 100 rojin girtî ne lê hêj îdîanameya wan nehatiye amadekirin û bê sedem girtî ne. Nûnerên rêxistinên çapemeniyê girtina rojnamegeran şermezar kirin û xwestin bên berdan.

Rojnameger Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya hat girtin Omer Çelik, Editorê Nûçeyan ê Dîken'ê Tunca Ogreten û Berpirsiyarê Muhasebeyê yê BîrGunê Mahir Kanaat ku 100 rojin girtî ne, hêj îdîanameya der barê wan de nehatiye amadekirin. Rojnameger Çelîk, Ogreten û Kanaat ku bi îdîaya maîlên Wezîrê Çavkaniyên Tabîî û Enerjiyê Berat Albayrak ên di Redhackê de hatine weşandin parve kirine, di 25'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û piştî 24 roj şûnde di 17'ê Çileya 2017'an de hatin girtin. Di ser girtina Rojnameger Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahir Kanaat re 100 roj derbas bûn, lê hêj îdianame nehatiye amadekirin. Ji heman dozê Nûçegîhanê Rojnameya Die Welt yê Tirkiye Deniz Yucel jî 59 rojin girtî ye.

Nûner û rêvberên saziyên çapemeniyê bertek nîşanî girtina rojnamegeran dan.

DURMUŞ: BÊ SÛC TÊN CEZAKIRIN

Serokê Gişti yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, diyar kir ku di dîroka Tirkiye de rojên rojnamegeriyê yên herî zahmet dijîn û wiha got. "Îro 157 hempîşeyên me girtî ne. Naxwazin rastî bibe nûçe. Rojnamegerên rastiyê digînin civakê tên girtin. Mahir Kanaat, Omer Çelik û Tunca Ogreten ji ber rastî bi gel re parve kirin hatin girtin. Rojnamegerên 100 rojin girtî ne, ji bilî karê nûçegîhanî û rojnamegeriyê tiştekî din nekirine. Em dixwazin hemû rojnamegerên girtî derxin pêşberî dadgehê û bên girtin.

EREN: BÊYÎ DELÎL GIRTÎ NE

Serokê Genel Îş'a DÎSK'ê Faruk Eren, jî ani ziman ku rojnameger 100 rojin bêyî delîl û bêyî îdîaname girtî ne û xwest serokên heyetên dadgehê wêrek û adîl tev bigerin û hempîşeyên wan serbest berdin.
Eren, bal kişand ser rojnamegerên Rojnameya Cumhuriyetê jî û anî ziman ku ew jî bêyî delîl û bêyi sûc girtî ne. Eren bilêv kir ku girtina rojnamegeran a bê sûc dibe ceza û ev yek nayê qebûlkirin. Eren, anî ziman ku ew şahidê Kanaat, Çelik û Oreten in ku rojnameger in.

BOLTAN: TOHÊ HILTÎNIN

Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, jî girtina rojnamegeran û ne amadekarina îdîanameyê ya heta niha wekî dolhildanê binav kir û wiha got: "Bi girtina 3 rojnamegeran a bi vî rengî gefan li rojnamegerên din û civake dixwin. Li Tirkiye daraz li gorî zagon û edaletê pêş nakeve. Li Tirkiye daraz bi rêbazek din pêşve diçe. Li gorî polîtikayên Qesrê teşe digire û biryarê dide. Li hemû cîhanê dema mijar dibe rojnameger bêtir hesas tev digerin. Rojnameger çav, guh û wîcdanê civakê ne. Ji ber ku wan li cem civakê cih girtine û rastî ragihandine girtî tên darizandin. Divê demek berî demekê serbest bên berdan.

Midûreya Karên Nivîsan a ETHA Derya Okatan, Nûçegîhanê DİHA ya hat girtin Metîn Yoksu û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolculuk Eray Sargın ku hatin binçavkirin û hatin berhdan jî xwestin hevalên wan ên 100 rojin girtî ne serbest bên berdan.

OKATAN: KOVAR Û PIRTÛKAN NADIN

Midûreya Karên Nivîsan a ETHA Derya Okatan ku 24 rojan di bin çavan de ma û ket greva birçîbûnê diyar kir ku lêpirsîn bi tevahî ne li gorî hiqûqê ye û ji ber vê yekê hevalên wan 100 rojin girtîne. Okatan, anî ziman ku kovar, pirtûk û rojnameyan nadin hevalên wan. Okatan, anî ziman ku kevneşopiya çapemeniya azad li vî welatî xurt e û bi girtinan nayên asteng kirin.

SARGIN: GIRTINA 100 ROJAN DIJHIQÛQÎ YE

Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolculuk Eray Sargin jî anî ziman ku hevalên wan 100 rojin li dijî hiqûqê girtî ne û xwest bên berdan.

YOKSU: EMÊ KEVNEŞOPIYA GURBETELÎ BERDEWAM BIKIN

Nûçegîhanê DîHA ya hat girtin Metîn Yoksu jî anî ziman ku piştî hat berdan dîsa rojnamegeriyê berdewam dike û wiha got: "Çi dibe bila bibe em ji rastiyan tawîzan nadin. Em dê kevneşopiya Musa Anter, Metin Goktepe û Gurbetelli Ersoz ya rojnamegeriyê berdewam bikin."