Beşek dikana xwe kir dîwana muzîkê

BÛRSA - Serhat Aydogan ê beşek dikana xwe ya ecînê wekî Quncika Şerqê veqetandiye û car caran dîwana muzîkê pêk tîne diyar kir ku ji ber kurdan zaf êş kişandine, her kurdek hunermendek e."

Serhat Aydogan ê ku li Bûrsayê dikana ecînê vekiriye û beşek dikana xwe wek Quncika Şerqê sêwirandiye û dem dem li dikana xwe çalakiyên wek muzîka dîwankî li dar dixe, anî ziman ku projeyeke wisa tim di bîra wî de bû. Aydogan ê ku "çaya qaçax" jî îkram kir wiha got: "Dema me biryara çêkirina cihekî wisa da, em fikirîn gelo em ê çawa karibin cihekî wisa çêbikin? Êdî mirov ji modernîteyê sar bûne, ji ber vê yekê me terhekî wisa bijart. Rengên me li vir in, rengên welatê me li vir in. Mirov li vir bêtir xwe rihet hîs dikin, ji çanda xwe hin tiştan hîs dikin. Vê konsepta dikanê ya ku hûn dibînin, çand û hunera me dide der." Li gel xalîçe û wêneyên kevin ên ku bi xwe sêwirandiye li dikana xwe daliqaniye, ambalajên hêkan jî ên ku berê ji bo îzolasyonê li studyoyan dihatin bikaranîn jî wek neqş û nîgaran li tawanê dikanê daliqandiye. Aydogan wiha got: "Dema mirov tên vir bi taybetî jî van ambalajên hêkan raçav dikin an jî der barê wan de pirsan dikin."

'HÎSA KU WEK EM ÇÛBIN WELATÊ XWE LI ME PEYDE DIBE'

Aydogan, ragihand ku ew bala mirovan dikşînin û got mirovên tên dikana wî wiha dibêjin: "Wek em çûbin gundê xwe, wek em çûbin welatê xwe." Aydogan wiha axivî: "Mirov bi tenê yan jî tevî malbatên xwe tên vir. Hin kes jî tên li vir wêneyan dikşînin. Yanî bi kurtûkurmancî ji bo vir eleqeyeke zêd eheye." Aydogan, diyar kir ku herî zêde xwendekarên kurd ên li Bûrsayê diçin zanîngehê tên dikana wî û got, dem dem ew şevên helbestan jî li dar dixin. Herî dawî Aydogan balê kişand ser kesayetiya xwe ya hunerî û wiha got: "Ji ber zaf êş û azar kişandine, her kurdek hunermendek e. Ji ber bavê min jî dengbêj bû, eleqeya min a ji bo vê heye. Yanî ji destpêkê ve heycana hunerê li min peyda bûbû."