'Erdogan welat paşve dibe'

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Reşo Wasif di quncikê xwe de bal kişand ser biryara Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) ya der barê Tirkiyeyê de û anî ziman ku hikûmet bi daxuyaniyên xwe dixwaze ser rastiya xwe veşêre û rastiyê berovajî deke.

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Reşo Wasif, bal kişan ser biryara Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) a der barê Tirkiyeyê û wiha got: "Biryar, wergirtina Tirkiyeyê ji bo pozîsyona venêranê ye. Bi piraniya dengên parlamenterên konseyê ev biryar hatiye dayîn. Dîsa pêşniyarên ku ji aliyê heyeta tirk ve ji bo ev biryar neyê dayîn, hemû hatin redkirin. Di çapemeniyê de gelek şîrove û nirxandin hatin kirin. Dê gelek bên kirin jî. Hikumeta tirk yekser got; 'em biryarê nas nakin. Biryareke siyasî ye, îslamofobî ye, jixwe Ewropa koma xaçperestan e…' "

Wasif, anî ziman ku hikûmeta tirk bi van daxuyaniyan di rastiyê de dixwaze heqîqeta xwe veşêre û wiha got: "Lê roj bi bêjingê nayê girtin. Sersebebê vê biryarê îcraetên hikumeta tirk e. AKP ku beriya 13 salan bi îlluzyonekê Tirkiye ji pozîsyona venêranê derxistibû lê îlluzyon qediye. Êdî kesek bi sêhra AKP’ê naxape. Niha ji îro heta salekê di warê binpêkirina mafên mirovan û hiqûqê de Tirkiye dê were şopandin. Konsey dê du raportoran ji bo amadekarina raporên xwe yên der barê van mijaran de peywirdar bike û rê bike Tirkiyeyê. Heta wisa xuya ye ku konsey der barê rojnamegerên girtî û parlamenterên kurd ên girtî de jî, dîsa der barê rêveber û endamên siyaseta kurd ên girtî de, der barê rewşa OHAL’ê de, der barê mijara KHK’an de hin tafsiyeyan li hikumeta tirk bike."

Nivîskarkar Wasif li ser sekna Tirkiye ya li hemberî biryarê jî rawestiya û wiha got: "Li gel van tafsiyeyan hikumeta tirk hin gavan neavêje dê çi bibe? Jixwe ya girîng jî ew e. Bi raya min hikumet heta ji destê wê were ji bo ku gav neavêje dê her tiştî bike lê taliya talî ji bo ku xwe bi temamî ji Ewropayê veneqetîne jî dê hin gavan biavêje. Helbet dê ne bi xêra xwe bike. Di warê aborî de û di warê siyasî de jî pêdiviya hikumeta tirk bi Ewropayê heye. Lê li aliyê din hem Erdogan û hem jî hikumeta tirk, ji bo siyaseta navxweyî û ji bo bandorê li ser civaka xwe bikin, dixwest ku biryareke bi vî rengî were dayîn. Sed mixabin hîn jî sosyolojiya civaka di bin bandora AKP’ê de li ser mexdûriyetê dimeşe."

Reşo Wasif, bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên tirk û wiha berdewam kir: "Rayedarên tirk jî jixwe ji bo ku pê li vê damarê bikin, hatin dayîn. Erdogan dixwaze ji bo pergala xwe ya ku bi hîle û diziyê di referandûmê de gaveke din jî nêz bûyê, bide rûniştin; lazim e nîjadperestî û tirkîtiyê bizêrîne. Bes ev salvoyên wî yên dawiyê ne. Erdogan ê ku bêyî dost û heval maye dixwaze bi rêya êrîşa li dijî kurdan îktîdara xwe bidomîne lê ev salvo jî nêz e ku di destên wî de biteqe. Li aliyê din hilbijartinên li Fransayê û serkeftina berbiçav a Macron di nava xwe de ji bo Tirkiyeyê jî hin peyaman dihundirîne. Tevgera Macron tevgereke yek salî ye lê kariye xîtabî fransiyên di navbera çepgiriya rizî û rastgiriya faşîst de eciqî, rizgar bike."

Wasif herî dawî wiha got: "Helbet teyîsîna wê ya li dinyayê û Tirkiyeyê jî dê hebe. Mimkûnbûna rêyeke sêyem her daîm hêviyan dide. Wek tevgera siyasî ya kurd ku îro roj bi girtin û zindanan tê xwestin ku were tasfiyekirin; li vî welatî jî dê siyaseta demokratîk ku xwedî gelek gotin û projeyên hêja ye, dê bi ser bikeve."