TEKÎRDAG / ENQERE - Di operasyonên li enqere û Tekîrdagê hatin pêkanîn de gelek kesên ku encamên referandumê şermezar kirin hatin binçavkirin.
Li navçeya Çorluya Tekîrdagê polîsan bi ser malên gelek kesên ku di nav wan de endamên Egîtîm Senê jî hene de girtin. Di operasyonên ku li dijî kesên gotina “Na” û encama referandumê şermezarkirine hatiye destpêkirin de gelek kes hatin binçavkirin.
LI ENQEREYÊ JÎ BINÇAV KIRIN
Li Enqereyê jî di saetên serê sibê de polîsan operasyon li darxistin û gelek kesên ku di nava wan de birayê Cihan Andîç ê di Qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de birîndar bûye Ahmet Andîç hat binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin navê Necîp Ermîş, Mîzgîn Ermîş, Ahmet Andîç û Gokçenîn Aras hatin hînbûn û navê kesên din ne hat hînbûn. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tendirûstiyê birin Midûryeta Polîsan a Bajar.
Hat diyarkirin ku operasyon berdewam dikin û dibe hêjmara binçavkirin zêde bibe.