ENQERE - ÎHD'ê xwest Tirkiye Rêveberiyên Cewherî yên li Rojava û Şengalê wekî tehdît nebîne û wiha got: Êrîşa li dijî qadên Êzîdîyan dê Tirkiye bêtir têxe nava çirava şer. "
Komelela Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî bombekirina balafirên şer ên TSK'ê ya li qadên Şengal û herêma Qereçoxê ya Dêrika Rojava daxuyaniya nivîskî da. ÎHD'ê anî ziman ku Tirkiye pişta xwe dide biryara teskereya Meclîsê ya der barê Suriye û Iraqê û bê navber balafir li dervê sînor êrîşan pêk tîne. ÎHD'ê xwest Tirkiye di derbaskirina hêza xwe ya bejayi ya dersînor re baş û kûr bifikire û piştre biryarê bide.
ÎHD'ê da zanîn ku ev êrîş şer bêtir kûr dike û tevlêbûna şer êdî dê Tirkiye têxe nava derya heriyê û çiravê. ÎHD'ê ji parazvanên mafên mirovan ên navneteweyî jî xwest berpirsiyariya xwe pêk bînin û destûr nedin vê yekê.
ÎHD'ê xwest pirsgirêka kurd bi riya demokratîk û diyalogê çareser bikin û wiha got: "Ger ku pirsgirêkê bi riya şer çareser bike dê bêtir mafên mirovan bên binpêkirin û dê rê li şerekî mezin veke. Divê Tirkiye Rêveberiyên Cewherî yên li Rojava û Şengalê wekî tehdît nebîne. Erîşa li dijî qadên Êzîdîyan dê Tirkiye bêtir têxe nava çirava şer. Şer dê bêtir civakê ji hev dûr bixe û perçe bike. Em ji înadê re dibêjin li dijî şer aştî."