Di doza TIR’ên MÎT’ê de îdîanameya Rojnameya Cumhuriyetê xwest

STENBOL - Di doza TIR’ên MÎT’ê ya ku rojnameger Can Dundar, Erdem Gul û Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu tên darizandin de îdîanameya Rojnameya Cumhuriyetê hat xwestin.

Doza TIR’ên MÎT’ê ya ku rojnameger Can Dundar, Erdem Gul û Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu tên darizandin li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê rûniştina 5’emîn hat dîtin. Di doza ku rojanember Can Dundar û parlamentere CHP’ê Enîs Berberoglu tevlî nebûn de rojnameger Erdem Gul, parêzer û parêzerên Serokomar Erdogan amade bûn. Parlamenterên CHP’ê Bariş Yarkadaş, Senzgîn Tanrikulu, Mahmut Tanal û Hîlmî Yarayici li derve doz şopandin. Di doza girtî hat dîtin de serokê dadgehê Alî Îhsan Horasan diyar kir ku ew îdîanameya ku derbarê 11 nivîskar û rêveberên Rojanemya Cumhuriyetê de hatiye amadekirin û ji aliyê 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hatiye qebûlkirin tevlî dosyaya dozê bê kirin.

Doz taloqî 8’ê Gulanê hat kirin.