NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek daxwazname ji Parlamentoya Iraqê re hatin pêşkêşkirin. Parlamentoyê daxwaznameyên "Bila hikûmeta Tirkiye lêborînê ji hikûmeta Iraqê bixwaze." qebûl kir.
Parlamentoya Iraqê çend daxwaznameyên li ser bombardûmana Şengalê qebûl kir. Yek ji daxwaznameyên li parlamentoyê hatin qebûlkirin wiha ye: "Divê hikûmeta Tirkiye lêborînê ji hikûmeta Iraqê bixwaze."
Di rûniştina Îro ya Parlamentoya Iraqê de bi piraniya dengan, daxwaznemeyên lijneya Asayîş, Parastin û lijneya peywendiyên ji derve yên parlamentoyê hatin qebûl kirin ku xalên herî giring evbûn;
Em êrîşên Tirkiyê yên ser Şengalê û şkandina serweriya xaka Iraqê bi tûndî şermezar dikin. Divê hikûmeta Iraqê ji bo dûberenebûna van êrîşan gavên cidî bavêje. Rê nedin xaka Iraqê ji bo êrîşên li ser welatên cîran were bikaranîn. Pêwiste hikûmeta Tirkiyê ji hikûmeta Iraqê lêborînê bixwaze. Divê daxuyaniyên Serokê Tirkiyê yên di derbarê Heşdî el Şeebî û destûrdana xaka Iraqê de werin şemezar kirin.
Dewleta Tirk 25'ê Nîsanê çiyayê Şeengalê bi balafirên şere bi dijwarî bobebaran kir. Di encama wê bombebaranê de ji bilî rûxandina herêmê, 5 pêşmerge û şervanek yê YBŞ'ê şehîd bûn û heşt pêşmerge û şervanek yê YBŞ'ê jî birîndar bûn.