NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle diyar kir ku Erdogan rûyê nû yê Enver Paşa ye û wiha got: “Êrîşên li dijî Rojava û Şengalê berdewamiyê zîhniyeta qirkirinê ye. Ji bo faşîzm bi sazîbûn nebe divê em di ‘Na’ de israr bikin.”
Li bajarê Saarbrucken ê Almanyayê bi hevkariya Weqfa Rosa Luksemburg Saarland û Aktîon 3. Weltê bi sernavê “Pêşveçûna Tirkiyeyê-krîza pergala serokatiyê” panelek hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle û aktîvîsta femînîst Sîbel Schîck wekî axaftvan tevlî panelê bûn. Panela ku pêşkêşiya wê rojnameger Îsmaîl Kupelî kir axaftina vekirinê ji aliyê Rêveberê Aktion 3. Welt Gertrud Selzer ve hat kirin.
Gertrud Selzer, da zanîn ku di sala 1993’yan de dema wekî delegasyon çûn Tirkiyeyê siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle nas kiriye û got ku ew ê her tim li pişt têkoşîna kurdan a demokratîkbûnê bin.
PÊVAJOYA ŞEREK NÛ
Hatîp Dîcle, diyar kir ku nêzîkbûna AK Partiyê ya li dijî kurdan wekî nêzîkbûna Îttîhat Terakî ya li dijî Ermeniyan e û wiha got: “24’ê Nîsan salvegeran qierkirina Ermeniyan bû, 24’ê Nîsanê wekî ku bêje ezê li dijî kurdan qirkirinekê pêk bînim êrîşî Şengal, Rojava, Efrîn, û kantona Cizîrê kir. Di heman demê de îlana pêjavoya şerekê nû kir. AKP dema derket holê bi wedên demokrasî û azadiyê derket. Lê niha Erdogan, qetlîmanên ku Enver Paşa li dijî Ermenî û Suryaniyan pêk anîn li dijî kurdan dixwaze pêk bîne. Erdogan rûyê nû yê Enver Paşa ye. Ev êrîşên dawî yên li ser Şengal û Rojava bi vekirî îlankirin qirkirinê ye. Erdogan xeyalên ku Îttîhat Terakî berê 100 salan kiribûn niha dixwaze pêk bîne.”
'DIVÊ EM ISRARA XWE YA DI NA’YÊ DE BIDOMÎNIN’
Dîcle, da zanîn ku divê êdî dewletê Ewropayê îlan bikin ku li Tirkiyeyê rejîmek faşîst bisazîbûn dibe û wiha axivî: “Erdogan dîktatore û Tirkiye jî bi dîktatoriyê tê birêvebirin. Li gorî rapora AGÎT’ê 2.5 milyon deng biqusûrin. Divê em israra xwe ya di Na’yê de bidomînin. Faşîzma Erdogan bi hêsanî nikare xwe bisazîbûn bike. Berdêl hene lê dê têkoşîna me bidome.”
Aktîvîsta Femînîst Schîck jî bi lêv kir ku bi AK Partiyê re qetlîamên jinan sedî 400 zêde bûne û karê yekemîn ên qeyûmen ku AK Partiyê tayîn kirine hedefgirtina saziyên jinane.