Bangên ji bo 1’ê Gulanê: Na’yên xwe bigirin û werin

NAVENDA NÛÇEYAN - Komiteyên Amadekar yên Stenbol, Enqere û Edeneyê, ji bo pîrozbahiyên 1’ê gulanê bang li karker û kedkaran kirin ku beşdarî pîrozbahiyê bibin. Komîteya amadekar banga “Na’yên xwe bigirin û werin” li hemû aliyên civakê kirin û platforma jinan, HDP, HDK’ê jî diyar kirin ku ew ê bi gotin “Na em serkeftin” dê li qadan bin.

LI STENBOLÊ JI HDP Û HDK’Ê BANGA BAKIRKOYÊ

HDP û HDK’ê derbarê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li avahiya HDP’ê ya Beyogluyê civînek çapemeniyê lidarxist. Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Mustafa Avci diyar kir ku li dijî rejîma yekesi ew ê 1’ê Gulanê li qadan pîroz bikin û wiha got: “Emê ligel kedkar û karkeran cihê xwe bigirin. Em ê di 1’ê Gulanê bi kedkar û karkeran re li dijî binpêkirinên mafan, qetlîam, şer û hilweşandinan bên gel hev. Bi biryardayriya ‘Na em serkeftin’ em bang li her kesî dikin ku di 1’ê Gulanê de saet di 11.00’an de li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bin.”

KOMÎTEYA AMADEKAR A EDENEYÊ: NA’YÊN XWE BIGIRE Û WERE

Komîteya Amedekar a 1’ê Gulanê ya Edeneyê bi şîara “Di rejîma OHAL/KHK de ji berferandumê ber bi 1’ê Gulanê; Ji çewisandin, feqîrtî, bêewlehî, şer û faşîzmê re Na” bang li her kesî kir ku tevlî meşa dê ji ber Şanoya Mîmar Sînan heta Qada Ugur bê lidarxistin bibe. Nûnerê DÎSK’ê yê Çukuruvayê Yaşar Gundogdu banga “Na’yên xwe bigirin û werin” li her kesî kir.

LI ENQEREYÊ PLATFORMA JINAN: NA EM QEBÛL NAKIN

Platforma Jinan a Enqereyê jî bi boneya 1’ê Gulanê li Buroya Sendîkaya Kedkaran a Hejmar 2 civînek çapemeniyê li darxist. Li er navê platformê Tulay Korkutan axivî û wiha got: “Em jinên ku ji bo wekhevî, azadî, demokrasî, cîhanek bêşer, bêzext û aştiya cîhanê têdikoşinin. Em ê bi hemû rengên xwe di 1’ê Gulanê de li ten karker, têkoşîn û piştevaniya wan, ji bo ked, nasname û mafên xwe li qadan bin. Dixwazin hemû mafên me teslîmî zilamekê bê kirin na em qebûl nakin. Em mezinkirina Na’yên xwe didomînin. Em ê bi vê şîarê têkoşîna xwe mezin bikin. Werin em bi hevre ji kesên ku dixwazin jiyana me bidizin re bêjin Na û gotina Na tê çi wateyê di 1’ê Gulanê de li qadan nîşanî her kesî bidin. Jin dê di 1’ê Gulanê saet 12.00’an de li Cebeciyê kom bibin û saet di 13.00’an de dê li Qada Kolejê bin.”