RIHA - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, diyar kir ku êrîşa TSK'ê ya li dijî Şengal û Rojava piştgiriya DAİŞ’ê ye û wiha got: "Tirkiye di rêya şaş de meşa xwe berdewam dike. Divê demek berî demekê ji rêya şaş vegere."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratik (DBP) a Rihayê li pêş avahiya DBP'ê ya Haliliyê daxuyanî da çapemeniyê û êrîşên TSK'ê yên li dijî Şengal û Rojava şermezar kirin. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, Endama Meclîsa DBP'ê Sevda Çelik Ozbîngol, Endamê Meaclîsa HDP'ê Ziya Çalışkan, endamê Meclîsa Dayikên Aştiyê amade bûn.
‘BILA DEST JI POLÎTÎKAYÊN ÊRÎŞKAR BERDIN'
Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu li ser navê girsê axivî û xwest hikûmeta AKP'ê dest ji van êrîşan berde. Surucu, anî ziman ku ligel Şengalê qet gef li Tirkiye nexwariye jî Tirkiye bi balafirên şer herêm bombe kirine. Surucu, anî ziman ku êrîş hemû civaka navneteweyî li dijî DAİŞ'ê ye û xwest hikûmeta Tirkiye jî dest ji polîtîkayên xwe berde.
‘DI ASTA FERMANA LI DIJÎ ÊZÎDÎYAN DE YE'
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan jî anî ziman ku heta niha gelê Êzîdî rasti 73 fermanan hatine û wiha got: "Gelê Êzîdî îro jî bi fermanek nû rû bi rû mane. Diviya bû ev êrîş li dijî DAÎŞ'ê pêk hatibûya. Lê ev êrîşa li dijî Şengfal u Rojava pêk hatiye tê wateya piştgiriya DAÎŞ'ê. Ev êrîş di asta fermana gelê êzîdî de ye. Îktîdara AKP'ê pişî encama referandumê neyînî girt gava yekem li dijî Rojava avêt. Ev ne serkeftin e. Ev êrîş li dijî serkeftina kurdan e. Tirkiye di riya şaş de ye. Divê bi lezgîn ji vê rêya şaş vegere. Ev êrîş di serî de li dijî gelê kurd û li dijî hemû gelê li ser vê axê dijî pêk hatiye. Divê Tirkiye ji vê rêyê vegere.