STENBOL - Endama Lijneya Koordînasyona KJA'yê ya ku hat girtin, Sara Aktaş a ku 3 roj berê li Stenbolê hat binçavkirin, lêpirsîna wê ya li muduriyeta polîsan bi dawî bû. Li ser dosyeya Aktaş, biryara nepen heye.
Endama Lijneya Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku bi KHK'ê hatibû girtin, Sara Aktaş dema ji Amedê diçû Stenbolê û li balafirgehê hat binaçvkirin, li muduriyeta polîsan lêpirsîna wê bi dawî bû. Li ser dosyeya Aktaş a ku li Vatanê li Şaxa TEM'ê ya Muduriyeta Polîsan a Stenbolê ev 3 roje tê ragirtin, biryara nepeniyê heye. Piştî lêpirsîna li muduriyeta polîsan tê payîn ku wê sibê Aktaş sewqî edliyeyê bê kirin.