RIHA - Jina bi navê Adîle Çîftçî ya ku li Rihayê çayê difiroşe, diyar kir ku jin dikarin li hemû qadên jiyanê bixebitin û dikarin hemû pişeyan bikin.
Jina bi navê Adîle Çîftçî ya ku li Bazara Taxa Haleplî Bahçe ya navçeya Eyubiye ya Rihayê çayê difiroşe û bale dikişîne diyar kir ku divê jin li hemû qadên jiyanê yên civakê de cihê xwe bigirin. Çîftçî, ku beriya 23 salan hevjînê xwe winda kir, 12 salan wekî karkera desalî li zeviyan xebitî ev 11 sale têkoşîna dide bi vekirina cihê çay firotinê didomîne. Çîftçî, da zanîn ku bi giştî kiryarên wê zilamin lê ji karê dike nerihet nabe û bi vekirina cihê firotina çayê wê zarokên xwe dane xwendin.
LI BAZARÊ JINEK
Çîftçî, anî ziman ku piştî wê hevjînê xwe winda kir mecbûr maye ku bi tena serê xwe berê xwe bike zarokên xwe û wiha got: “Karê min tenê bi firotina çayê sînordar nîne. Ez serê sibê saet di 05.30’an de cihê kar vedikim. Şev saet 21.00 yan jî 22.00’an de digirim. Ligel çayê melemen, nanê sêlê û taştê difiroşim. Piştî li vir karê min qediya diçim malê û karê malê dikim. Ez ji vê rewşê gilîdar nînim. Ez ji bo pêşeroja zarokên xwe dixebitim û bi xwe qezenc dikim.”
‘DIVÊ JIN BI MALÊ NEYÊ SÎNORDARKIRINM’
Çîftçî, bi lêv kir ku keda jinê di jiyana civakî de gelek girîng û bi wateye û wiha pêde çû: “Jin dikarin li hemû qadên jiyanê bixebitin û dikarin pişeya xwe bikin. Tenêdivê ji xwe bawer bin. Di jiyana civakî de dayîna têkoşînê ferqa dinavbera zilam û jinê de nahêle. Ya girîng karê dike bi hezkirin bikeye. Divê jiyana jinan bi malê re neyê sînordarkirin.”
'DESTÛR NEDIN SÎNORADARKIRINÊ’
Çîftî, bi lêv kir ku li Rihayê esnafên jin kêmin û wiha domand: “Zext li ser jinan hene. Pêşniyara min ji bo jinan ewe ku destûr nedin ku têkoşîna kedê bi malê bê sînordarkirin. Bila bixebitin û xwe li ser lingan bigirin. Karê ku neyê kirin tune ye. Ji ber li ser jinan zext hene hêjmara jinên ku li Rihayê esnaftiyê dikin kêmin. Mînak li cihê firotina çayê wekî karê jinê nayê dîtin lê ez vir didim xebitandin. Ligel ku kiryarên min jî piranî zilamin serwîsa wan ez dikim. Karê min havînê başe û zivistanê jî ne xirabe. Gel turîst bên herêmê dê karê me baştir bibe. Buhayê em datînin jî başe, nane sêlê, melemen an jî taştê 5 TL didin. Ez rojê 600 yan jî 1000 TL qezenc dikim.”