WAN - 2'emîn rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş li Erdîşê hat dîtin. Dadgehê biryar da ku şopandin bê taloqkirin û heta 3 salan heman suc neyê dubarekirin doz bê xistin.
2'emîn rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê tê girtin, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erdîşê ji ber axaftinek wî ya 7 sal berê hat dîtin. Demîrtaş bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê nebû. Parêzerên Demîrtaş beşdarî rûniştinê bûn. Prz. Esra Akgun parastin kir û got: "Ger ku bersûc li salonê nebe rûniştina dozê jî nabe. Tu sedem û astengiyên muwekilê min li salonê amade nebe tune ye. Divê muwekîlê min li salonê amade bibe." Piştî parastinê heyetê biryar da. Heyeta dadgehe di rûniştina duyemîn de biryar da û xwest lêpirsîn bê taloqkirin. Heyetê biryar da ku ger heta 3 salan heman sûc neyê dubarekirin lêpirsîna dozê bê xistin.